​​​​​​​Başûrê Kurdistanê bi aloziyeke mezin re rû bi rû ye

Piştî 4 mehan ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku qanûnên petrol û gazê yên Başûrê Kurdistanê ne li gorî destûrê ye, du şîrketên amerîkî yên mezin ji herêmê vekişiyan. Aborînas texmîn dikin ku şîrketên din jî vekişin û zextê li herêmê bikin ku ji ber rawestandina karê wan ku ew şîrket bi xwe ne sedema wê ne, pereyan bide.

​​​​​​​Başûrê Kurdistanê bi aloziyeke mezin re rû bi rû ye
1 tîrmeh, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ- GÎVARA ŞÊX NÛR

Duşemê (27`ê Hezîranê) şîrketa “Schlumberger” ya amerîkî ya xizmetên zeviyên petrolê, li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ji herêma Başûrê Kurdistanê vekişiya.

Çavkaniyan ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re bi diyar kirin ku şîrketa Schlumberger a amerîkî, belgeyek fermî ji Wezareta Petrolê ya Iraqê re şandiye ku ew pabendî biryara 59 a Dadgeha Federal e, ku di dosya petrolê de danûstandina bi herêma Kurdistanê re qedexe dike.

Demeke berê jî, şîrketa Baker Hughes a Amerîkayê ragihand ku ew li gorî biryara Dadgeha Federal ji herêma Başûrê Kurdistanê vedikişe.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di Sibata borî de ragihand ku parlamantoya Başûrê Kurdistanê ya 2007`an a têkildarî birêxistinkirina warê petrol û gazê, ne li gorî destûrê ye.

Li gorî Dadgeha Federal, diviyabû hikumeta herêmê berhemdariya petrolê li herêmê anku hikumeta Federal a Wezareta Petrolê ya Federal, radest bike.

Lê belê, Dadgeha hikumeta Başûrê Kurdistanê destpêka Hezîranê biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê red kir.

Meclisa Dadgeha hikumeta Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê got: “Dadgeha Federal nikare biryara betalkirina qanûna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê ya 2007`an derxistiye, bide. Qanûna petrol û gazê ya hikumeta Herêma Kurdistanê dê di meriyetê de be.”

Di salên dawîn de, ev dosyaya bi girêk car din derket pêş. Bexda daxwaz dike ku dahatûyên petrolê yên ji xaka Iraqê derdikevin bi rêya hikumeta federal derbas bibin.

Di salên 2012-2014`an de Bexdayê rola Tirkiyê rexne kiribû, ku Başûrê Kurdistanê petrola xwe ya xav dişand wir.

Li şûna ku pabendî madeyên destûrê bibe, hikuemta Hewlêrê ya di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê de bi tena serê xwe û bêyî ku li Wezareta Petrolê ya Federal vegere bi welat û şîrketên biyanî re ji b o vebirhînanên petrol û gazê li Başûrê Kurdistanê, peyman danîn.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya PDK`ê, ji bo pêşxistina zeviyên petrolê ku rojane nêzî 500 hezar bermîl derdixin, peyman bi şîrketên “ExxonMobil, Rosneft, Genel Energy” ên cîhanî yên mezin re danîn.

Biryara vekişîna her du şîrketên Amerîkayê, hemwextî îstifaya parlamanterên Tevgera Sedir û dewamkirina danûstandinên nukleerî yên neyekser ên di navbera Washington û Tehranê de li paytexta Qeter Dohayê, pêk hat. Di heman demê de Mistefa Kazimî serdana Siûdiyê û Îranê kir. Li gorî şîroveyan, tevgera ku di du hefteyan de çêbûye, di vekişîna wan şîrketan ji Başûrê Kurdistanê de rol lîstiye. Wekî nîşaneyeke baş a Amerîka li hemberî hevalbendên Îranê yên li Iraqê, hemwextî danûstandinên DYA-Îran yên neyekser.

ZEXTA JI BO ARMANCÊN SIYASÎ

Mamosteyê aborînasiyê yê Zanîngeha Besrayê Dr. Nebîl Cefer El-Mersûmî ji ajansa me re destnîşan kir ku tu girêdana mijarê bi têkiliyên Amerîka-Îran re tune ye, lê belê ji rêbazên zextê ye ku dikare ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê di aliyê siyasî de bê bikaranîn û wiha dewam kir: “Ev yek ji topbarankirina zeviyên gaz û petrolê yên Herêma Kurdistanê diyar dibe, herî dawî jî zeviyê Kormor ê gazê hat topbarankirin. Dibe ku ew yek ji bo armancên siyasî be û da ku nehêlin herêma Kurdistanê gazê bifiroşe Tirkiyê. Nexasim ku Tirkiye sûka sereke ya gaza Îranê ye. Heta dibe ku ev yek destwerdana ji ber dijberiya Rûsya be, ji ber dibe ku di xeta NAFFCO ya ji Tirkiyê heta Ewropayê re derbas dibe, ji lewra ev êriş pêk hatin.”

Têkildarî armanca van êrişan, El-Mersûmî anî ziman ku armanc astengkirina xebatên berfirehkirinê yên ku şîrketa Dana Gas li zeviyê Kormor pê radibe ye, ku dê berhemdariyê di sala 2023`an de rojane nêzî 420 (MMSCF) zêdetir bike, plan ew e ku herêm bi hatina 2036`an re piştî ku pêdiviya xwe ya herêmê peyda kir, karibe bi rêya xeta ku dirêjî Tirkiyê dibe ya ku niha şîrketa Kar a Kurdistanî li ser dixebite, gazê bifiroşe derve.

BADNORA TEVGERA HERÊMÎ

Lêkolînerê ekonomiya siyasî Nebîl Cebar El-Elî jî ku ji ajansa me re axivî, têkildarî bandorên siyasî yên hevdîtina Îran û Amerîkayê, tev li nêrîna El-Mersûmî dibe. Cebar El-Elî dibêje: “Dosya Iraqê, dosya herî dawî ye ku Îran û Amerîka di danûstandinên xwe yên yekser û neyekser de nîqaş bikin. Dê destpêkê gelek dosyayên girîng wekî, cezayên li ser Tehranê, misogerkirina venekişîna Amerîka ji lihevkirinan, terorîzekirina Pasdarên Îranê nîqaş bikin, dûre Amerîka dikare berfirehbûna Îranê li Rojhilata Navîn bi Îraniyan re nîqaş bike, dibe ku Iraq yek ji wan dosyayan be.”

El-Elî wiha nirxandina xwe domand: “Em bêjin danûstandina erênî derbas bûn, dibe ku Îran û Amerîka bandorê li xebatên siyasî bikin, dibe ku destwerdanê bikin û bandore li biryara siyasî û hêzên siyasî bikin û ji bo nakokiya siyasî ya li ser peywira serokkomariyê navbeynkariyê bikin, piştre îranî û amerîkî di nav xwe de serokwezîrekî nêzî xwe hilbijêrin.”

Lêkolînerê siyasî yê iraqî Heysem Xez Elî jî, dibêje ku vekişîna her du şîrketên amerîkî ji ber vê sedemê ye: “Ji ber ku petrol û gaz girêdayî sûka cîhanê ne, astengiyên di firotina wan de derkevin bandorê li van sûkan jî dikin, her wiha dibe ku her du şîrket ji veberhînanên li Iraqê jî bên mehrûmkirin an jî eger Iraq berê xwe bide dadgehên navneteweyî dibe ku rastî cezayan jî bên. Tu girêdana vekişîna şîrketan bi danûstandinên Tehran û Washingtonê re tune ye, her du şîrket jî navxweyî ne, berjewendiyên wan destpêkê ne û ne di bin bandora siyaseta Amerîkayê de ne.”

Pisporên enerjiyê jî texmîn dikin ku piştî vekişîna şîrketa Baker Hughes û şîrketa Schlumberger a Amerîkayê, dibe ku şîrketa Halliburton a enerjiyê jî vekişe. Dr. Nebîl Cefer El-Mersûmî di vê derbarê de dibêje: “Vekişîna van şîrketan ji Herêma Kurdistanê piştî biryara Dadgeha Federal û piştî hişyariya Wezareta Petrolê ya Fedral ji bo şîrketên li herêmê ku eger karê li herêmê bidomînin dê ji gelek xebatên pêşerojê bên mehrûmkirin, pêk hat.”

BANDORÊN VEKIŞÎNÊ

Vekişîna van her du şîrketan û vekişîna şîrketên din di pêşerojê de bandorê li aboriya Başûrê Kurdistanê dike, El-Mersûmî di vê derbarê de dibêje: “Bêguman, bandorên neyînî yên vekişînê bandorên pir bi sînor in, ji ber ku ev şîrketên petrolê ne, ne şîrketên derxistina petrolê yên li herêmê ne. Ji lewra, asta berhemdariyê dê bi van vekişînan re pir bandor nebe, bi taybet eger Herêma Kurdistanê li şûna şîrketên amerîkî bi şîrketên petrolê yên navîn re peyman deyne.”

Nebîl Cebar El-Elî jî li ser bandorên vekişîna şîrketên amerîkî li ser Başûrê Kurdistanê van tiştan tîne ziman: “Helbet, dibe şîrketên biyanî yên li herêmê kar dikin zextê li hikumeta Kurdistanê bikin, da ku rewşa wan a qanûnî li gorî biryara Dadgeha Federal an jî li gorî tedbîrên Wezareta Petrolê ya Federal ên têkildarî danûstandina bi şîrketên li herêmê re, saz bike. Lê belê, dibe ku herêma Kurdisatnê ji bo avakirina hikumetê, lihevkirina bi hêzên siyasî yên li Bexdayê re danûstandinan bike, ku dibe karibin vê pirsgirêkê çareser bikin û li ser formekê ku berdewamkirina berhemdarî û derxistina petrolê misoger bike, li hev bikin.”

El-Elî wiha got: “Şîrketên biyanî yên li herêmê kar dikin, dê hewl bidin lihevkirinekê di navbera Wezareta Petrolê ya Federal û rayedarên Kurdistanê de peyda bike da ku zirar negihêje berjewnediyên wan, an jî dê zextê li herêmê bikin da ku ji ber rawestandina karê wan ê bi sedema şert û mercên ku ew şîrket ne sedema wê bûn, dê ji herêmê bixwaze ku pereyan bide wan.”

(cx)

ANHA