Şêxê eşîra Omêrat: Em ê bi QSD'ê re bin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin

Şêxê eşîra Omêrat Hemîd Îbrahîm Hemîd got, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew ew piştgiriyê didin QSD'ê, her wiha anî ziman ku pêwîste pêkhate bibin yek.

Şêxê eşîra Omêrat: Em ê bi QSD'ê re bin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin
27 hezîran, 2022   03:24
KOBANÊ

Şêxê eşîra Omêrat, Hemîd Ibrahîm Hemîd têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye û helwesta eşîrên Ereb ji vê yekê, ji ajansa me re axivî.

Şêx Hemîd anî ziman ku di gel gefaxwarinên dewleta Tirk ku dê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriye bike, eşîr Omêrat dê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bisekine.

Şêx Hemîd anî ziman ku pêwîste di vê qonaxê de hemû pêkhate bibin yek da ku li hember xeteriya dagirkeriya Tirk bisekinin.

Têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî QSD`ê û danûstandinên wan bi eşîran re, Hemîd got ew van îdiayan red dikin û da zanîn ku QSD û eşîrên herêmê yek in.

Di hefteya borî de eşîrên herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û ji bo piştgiriya bi QSD'ê re  gelek çalakî li dar xistin.

(dm)

ANHA