​​​​​​​Li Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîmek hat lidarxistin

Ji bo şervanên QSD'ê Hesen Elî û Hemze Hesen û gerîlaya HPG'ê Emîra Mûsa merasîmek li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate lidarxistin.

26 hezîran, 2022   18:12
KOBANÊ

Ji bo şervanên QSD'ê Hesen Elî (Demhat Mêl) û Hemze Hesen (Hemze Boxaz) ên dema erka xwe bi cih dianîn şehîd bûn, her wiha ji bo gerîlaya HPG'ê Emîra Mûsa (Arîn Kobanê) ya di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk li ser herêam Zapê şehîd bû, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyan cenazeyên şehîd Hemza û Hesen ji ketina bajarê Kobanê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha axivî: "Mademî kesên mîna van şehîdan hene em ê tu carî neşkên û dijmin tu carî nikare me têk bibe. Şehîdên me li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşiyan û gotin her çiqas dijmin êrişî me bike dê nikaribin me têk bibin."

Şêxo banga şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin, kir.

Şêxo wiha pêde çû: "Divê em li hember şerê taybet ku dijmin li dijî me bikar tîne, hişyar bin."

Paşê hevseroka Meclisa Navçeya Şera Letîfa Silêman jî bi navê Kongra Star ev tişt got: "Dijmin dixwaze îradeya me bişkîne. Lê em dibînin ku şehîdên me ji dev her tiştî berdidin û parastina welatê xwe ji dijmin û dagirkeran dikin."

Letîfa Silêman di berdewamiya axaftina xwe wiha axivî: "Em ê hovîtiya dijmin bişkînin û em ê li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên şehîdan biparêzin."

Her wiha bi navê malbata şehîd Hemze Hesen, Îbrahîm Eqîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd Hemze ji kesên destpêkê bû ku tev li Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibû. Têkoşer û şoreşger bû. Li her deverê ji bo parastian welatê xwe bang pêk anî û di oxira wê de şehîd bû."

Bi navê malbata şehîd Hesen Elî jî xuşka wî axivî, bang li hemû malbatên şehîd û welatparêzan kir û ev tişt anî ziman: "Her ku derfeta dijmin çêdibe êrişî gelê Kurd dike. Divê Kurd li hember dijminan yekitiya xwe ava bikin."

Paşê wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Hesen Elî û Hemze Hesen li di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Dicle hatin veşartin.

(bx)

ANHA