Xedîce Îbrahîm: Cezayên nû yên li dijî rêbertî ne qanûnî ne

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm anî ziman ku cezayên displînê ku dewleta Tirk li ser rêbertî ferz dike sûcekî mirovahî ye û divê ji bo wê hesab ji hikumeta Tirkiyê were xwestin. Her wiha got ev sûc îradeya gelên Rojhilata Navîn hedef digire.

Xedîce Îbrahîm: Cezayên nû yên li dijî rêbertî ne qanûnî ne
27 hezîran, 2022   05:14
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Li gorî ajansa Mezopotamyayê, hikumeta faşîst a Tirk careke din cezayên displînê heta 3 mehên din li rêber Abdullah Ocalan û girtiyên Îmraliyê (Omer Xeyrî Konar, Mamîlî Yeldirim û Weysî Ektaş) birî. Cezayên displînê ji 23`ê Hezîranê ve dest pê kirine, desthilata Tirk ji van cezayan armanc dike, hevdîtinên parêzer û malbatan bi girtiyan re asteng bike. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kirin ku cezayên displînê ku ji aliyê serokatiya Desteya Displînê hatine ragihandin, bêyî agahiya parêzeran e û tişta ku tê kirin binpêkirina qanûnê ye.

SÛCEKÎ MIROVÎ YE

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm diyar kir ku birîna cezayên nû yên disiplînê li ser  rêber Ocalan ji bo 3 mehên din ji qanûnê dûr e û got, li gorî qanûnên mafên mirovan, sûcekî dermirovî ye û divê ji ber wê hesab ji hikumeta Tirkiyê bê xwestin.

Xedîce Îbrahîm wiha domand: "Ev yek her demekê dubare dibe. Ev ceza bêyî tu bingehên wê yên qanûnî hebin, tên nûkirin. Parêzer jî nayê agahdarkirin ku cezayên wisa li ser rêber Ocalan hatine birîn."

HEDEFGIRTINA ÎRADEYA GELAN

Xedîce Îbrahîm destnîşan kir cazayên têne birîn îradeya kurdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û wiha axivî: "Her çiqas asta têkoşînê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bilind dibe, dewleta Tirk cezayan dibire û tecrîda li ser rêbertî girantir dike."

Xedîce Îbrahîm bêdengiya rêxistin û saziyên hiqûqî yên navneteweyî  ya der barê binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî Kurd û gelên Rojhilatê Navîn de pêk tîne bi rêya hedefgirtina kesayeta rêber Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi rêya van cezayan dixwaze têkiliya di navbera rêber Ocalan û gelên Rojhilata Navîn de ku banga azadiya rêbertî dikin, qut bike."

LI HEMBER BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN

Xedîce Îbrahîm di axaftina xwe de bal kişand ser bandora xwezaya girtîgeha Îmraliyê li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: "Zêdetirî 23 sal derbas bû ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û ji mafên herî biçûk bê par maye. Bi taybetî di aliyê temenê rêbertî de, zêdebûna şilî û neguncawbûna cih ji tenduristiya wî re."

Têkildarî rewşa rêber Ocalan ku ev salek e di girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de di tecrîdeke giran de ye tu agahî nehat bidestxistin. Hemû daxwazên parêzerên wî ji Serdozgeriya Komarê ya li bajarê Bûrsayê yê Tirkiyê re bi hinceta “cezayên disiplînê" têne redkirin.

Girêdayî tişta ku tê xwestin da ku sûcên dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de têne kirin, bên rawestandin Xedîce Îbrahîm bang li hemû gelên azadîxwaz û kesayetên demokratîk ku baweriya wan bi azadî û wekheviyê heye kir ku têkoşînê xurt bikin û piştgiriyê bidin doza rêber Ocalan ku ew doza tevahî gelên Rojhilata Navîn e.

(bx)

ANHA