QSD: Tu DAIŞ’î ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê nerevîne

QSD’ê îdiayên hin dezgehên çapemeniyê yên têkildarî reva hejmarek çeteyên DAIŞ’ê ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê derewandin û teqez kir ku tedbîrên ewlehiyê yên li derdora girtîgehê di çarçoveya tedbîrên parastinê yên asayî de pêk hatin.

QSD: Tu DAIŞ’î ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê nerevîne
19 hezîran, 2022   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê teqez kir ku tu DAIŞ’î ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê nerevîne û wiha got:

"Hin dezgehên çapemeniyê nûçeyên derew li ser reva hejmareke çeteyên DAIŞ’ê ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê û rewşên îsyanê belav kirin. Em piştrast dikin ku tu çete nerevîne, tu rewşên îsyanê jî çênebûne. Tedbîrên ewlehiyê û di nav de operasyonên vê dawiyê hatine kirin, di çarçoveya tedbîrên parastinê yên asayî yên ji bo çavdêriya derdora girtîgehê û misogerkirina tedbîrên ewlehiyê de, pêk tên."

(fr)