​​​​​​​Saziyên perwerdê: Em rê nadin ku careke din herêm bikeve bin metirsiyan

Zanîngeha Rojava û Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê herêmên xwe biparêzin û rê nedin ku herêm carek din bi metirsiyan re rû bi rû bimîne.

​​​​​​​Saziyên perwerdê: Em rê nadin ku careke din herêm  bikeve bin metirsiyan
19 hezîran, 2022   10:38
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê têkildarî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna mamosteyên zanîngehê û desteyê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Enestîtuya Zimanan a Zanîngeha Rojava Ehmed Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi salan e xwe bi rê ve dibin, heta radeyekê pir baş ewlehî û berdewam kir: “Di şoreşa gelên herêmê de gelek deskeftiyên giranbuha hatine bidestxistin, lê aramî li wan peyda bûye û wiha dewleta Tirk a dagirker hewl dide aloziyê li Sûriyê bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kûrtir bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî derbasbûna zêdetirî 10 salan di aloziya Sûriyê û destwerdana dewleta Tirk a dagirker, alozî kûrtir bû, dagirkeriyê berdewam bû, piştevaniya terorê zêde bû û parçebûnê çêbû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker çanda Tirk a biyanî li ser civaka Sûriyê ferz dike û hewl dide ku qada dagirkeriya xwe berfirehtir bike û rasterast gefên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û hate gotin: “Bi wê yekî îstîqrar û ewlehiyê têk dibe. . Lewma herêma me bi metirsiyên mezin re rû bi rû ne. Pêwîst e civaka navneteweyî li hemeberî van gef û kiryaran bê deng nemîne.”

Di daxuyaniyê bal li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmê hat kişandin ku bi van sûcan re derfet li pêş bi hezaran malbatên DAIŞ’ê û çeteyên wê tê vekirin ku xwe zindî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate got: “Em mamoste, kermendên Zanîngeha Rojava û Desteya perwerdeyê van gef û çavsoriyan bi tundî şermezar dikin. Em ê bi hemû derfetên xwe, destkeftiyên gelê xwe û rêgezên şoreşa demokratîk biparêzin. Em van polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi tu awayî qebûl nekin. Em ê parastina herêmên xwe bikin û rê nedin dewleta Tirk ku DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike, metirsiyê li ser herêmê careke din çêke.”

(sb)

ANHA