Bi belgeyan, binpêkirinên sereke yên li dijî rêber Ocalan

Oceteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê binpêkirinên sereke yên dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji dema dîlgirtina wî û heta niha, belge kirin.

Bi belgeyan, binpêkirinên sereke yên li dijî rêber Ocalan
19 hezîran, 2022   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Oceteya Parastina Parêzerên Birêz Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî, tê de gelek binpêkirinên li dijî rêber Ocalan hatine kirin, belge kirin.

Binpêkirinên sereke yên mafên rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji aliyê dewleta Tirk ve, wiha ne:

1-Têkiliya neyînî ya di navbera dozgeriyê û rêveberiya girtîgehan a Tirkiyê de û berdewama desthilata mutleq.

2-Nebûna dan û standina mirovî û rêzgirtina li hember rûmetê.

3-Veşartina agahiyên têkildarî cihê ragirtinê ji aliyê Desteya Parastinê ve.

4-Nebûna agahiyan li gel rêbertî der barê mafên wî de digel şîrovekirina van mafan û çawaniya pêkwanîna wan de.

5-Mehrûmkirina ji peywendiya bi derve re ne tenê çend rojan, lê bi carekê, bi taybet bi malbata rêbertî û parêzerên wî ne.

6-Wernegirtina alîkariya parêzerên wî, yan pêwendî û şêwirên bi wan re û berdewamkirina hinceta parastina ewlehî û aramiyê.

8-Nebûna tu derfetên pêkanîna keşfên tenduristî yên guncaw, pê ve girêdayî nebûna lênêrîna tenduristî û dermankirin, her wiha paşguhkirina daxwazên rêbertî û parêzerên wî yên têkildarî vê yekê.

9-Mehrûmkirina ji çavkaniyên çandî û ragihandinê.

10-nekontrolkirina asayî ji cihê dîlgirtinê re ji aliyê dezgehên pispor û serbixwe ve ku desthilat îdia dikin ew cihê dîlgirtina rêber Ocalan bi rêve dibe.

11-Nebûna tu mafen rêbertî yên pêşkêşkirina daxwaz an gilînameyên têkildarî danûstandina bi wî re, nexasim kiryarên îşkenceyê yan jî danûstandina tund, dermirovî û heqaret.

12-Îşkenceya li ser bingehê nîjad, ziman, nêrîna siyasî û neteweyî.

13-Ragirtina li girtîgeha yekhucreyê berdewam e.

Ev hemû sûc û hwd li gel rêxistinên navneteweyî mîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û CPT`ê belgekirî ne. Parêzerên rêber Abdullah ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her tim li gorî bingehên qanûnî yên qanûna navneteweyî xîtabî van rêxistinan dikin.

Hin binpêkirinên mafên rêbertî ku li gel Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) hatine belgekirin jî, wiha ne:

Cezayê darvekirinê ku cezayekî dijî mirovahiyê ye hate birîn. Ew yek piştî tedbîrên ne adil pêk hat, ku binpêkirina madeya 3’yan a DMME’yê ye.

Dadgeha ku bi dozê re têkildar e ne dadgeheke yekalî bû, ji ber ku dadwerê leşkerî ya Desteya Dadgeha Ewlekariya Dewletê hebû û ev yek binpêkirina xala 6’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Qeydên li ser xwegihandina dosyaya sûcan ji aliyê girtiyan ve, derengxistina eşkerekirina agahiyan ji parêzeran re ku wan neçar dike ku bi lez bersivê bidin dosya berfireh. Ev yek jî binpêkirina benda (b) ji paragrafa 3`an a madeya 6’an e.

Bi qasî 7 rojan di dema ragirtinê de qedexe bû ku bi parêzeran re têkilî were danîn, piştre li ser hejmar û dema şêwirdariyê gelek qeyd hatin danîn, her wiha nabe bêyî hebûna gardiyanan girtî bi parêzeran re biaxive. Ev yek jî binpêkirina benda (c) ji paragrafa 3 a madeya 6’an e.

(fr)