Li navarasta Bexdayê teqînek pêk hat

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku li nêzî navendeke ewlehiyê ya îstixbaratê li navarasta Bexdayê teqînek pêk hatiye.

Li navarasta Bexdayê teqînek pêk hat
19 hezîran, 2022   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sumeriyê News, çavkanî got “Mayînek kul i nêzî navendeke ewlehiyê ya girêdayî îstixbaratê ya li nêzî Xwaringeha Uyûn Bexdad li kolana Mesbeh a Bexdayê hatibû bicihkirin, vê sibehê teqiye.”

Heman çavkanî da zanîn du di encama teqînê de zirarên canî çênebûne, tenê zirarên madî pêk hatine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li parêzgeha Diyala ya Iraqê di êrişa li dijî dewryeyeke artêşa Iraqê de, 2 leşkerên Iraqê birîndar bibûn.

(cx)