Lêkolînerekî iraqî: Armanca dewleta Tirk avakirina kevana osmanî ye

Nivîskarê iraqî û lêkolînerê kar û barên kurdî, Elî Nacî got dewleta niha hewl dide terorê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bihêle û wan herêman veguherîne navendên tundrawan, da ku îstîqrarê li Sûriyê, Iraqê û herêma Rojhilata Navîn bi giştî têk bibe.

Lêkolînerekî iraqî: Armanca dewleta Tirk avakirina kevana osmanî ye
19 hezîran, 2022   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Nivîskarê iraqî û lêkolînerê kar û barên kurdî, Elî Nacî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî yên Sûriyê veguherandine çavkaniyên terorê û got: “Tirkiye dixwaze terorê li herêmên dagirkirî bihêle.”

Gotinên Elî Nacî, rastiya rapor û agahiyên ji herêmên dagirkirî yên li Sûriyê tên, piştrast dikin bi taybet ji Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib û Cerablus. Tirkiyê ev herêm piştî ku demografiya wê, nasnameya wê ya dîrokî, civakî û çandî guhert, veguherandina navendên kombûna bermahiyên DAIŞ û çeteyên tundraw ên ku bi rêya sînorên Tirkiyê dema DAIŞ`ê rûberên berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kirine, derbasî Sûriyê bûn.

Pêncşema borî, rayedarên leşkerî yên amerîkî di daxuyaniyekê de teqez kirin ku hêzên leşkerî kesê bi navê Hanî Ehmed El-Kirdî girt ku li gorî pêşbiniyan berpirsa çêkirina bombe û dronan e û yek ji mezintirîn serçeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê ye. Operasyîna girtina wî li gundê El-Heymir ê bajarê Cerablusê pêk hatiye ku dewleta Tirk di Tebaxa 2016`an de dagir kiriye.

Li aliyê din jê, Tirkiyê herêmên dagirkirî veguherandiye çavkaniyên kombûna çeteyan da ku wan di pêkanîna ajandeyên xwe de li Sûriyê û Iraqê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi kar bîne, îstîqrar û ewlehiya li herêmê bi giştî têk bibe. Ji bo wê bi hemû rêbazan hewl dide DAIŞ`ê dîsa vejîne. Plana êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, li herêmên dagirkirî hate dayîn. Li rex wê jî ev herêm bûne navendên leşkerkirina ajanan da ku bi rêya wan Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bike hedef. QSD`ê şerê terora DAIŞ`ê dike, girtîgehên ku tê de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hene û kampên malbatên çeteyan jî diparêze. Ev kamp mîna bombeyeke demkî ye, encamên teqîna vê bombeyê, li ser herêmê û cîhanê bi giştî dê trajedîk bin.

Elî Nacî behsa gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî herêmên Sûriyê kir û got: “Ev gef ne nû ne, berdewama siyasetên wê yên timaker ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ye. Ev gef serdestiya Sûriyê binpê dike û berdewama komkujiyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Têkildarî heman mijarê, Elî Nacî got: “Dewleta Tirk bi rêya van gefan hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe derve. Bi taybet aloziya aborî, jiyanî û malî. Her wiha ji bo wê jî, şerê Rûsya-Ukrayna bi kar tîne.”

ERDOGAN BAZIRGANÊ ŞER E

Nacî teqez kir ku Tirkiye hewl dide xebatên pêkanîna îstîqrarê li Sûriyê bi rêya dagirkirina beşên din ji Sûriyê û guhertina nasnameya wê ya çandî têk bibe û wiha domand: “Tirkiye dixwaze van herêman bike jêdera terorê, ji ber wê terorê li herêmê dihêle. Ew ji vê yekê armanc dike îtîqrara li Sûriyê, Iraqê û seranserî Rojhilata Navîn têk bibe.”

Her wiha Nacî daxuyand ku Erdogan bazirganekî şer e û hewl dide gelek sûrî koçber bibin û herin Tirkiyê da ku pereyên din ji NY`yê bi dest bixe û ev li gotina xwe zêde kir: “Carekê şer dike, da ku şêniyan koçber bike û carekê îdia dike ku ew destekê dide koçberan.”

Di dawiyê de Nacî gefên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ve girêda û got: “Dewleta Tirk niha dixwaze beşên din ji Sûiryê dagir bike. Armanca sereke jî, avakirina kevana osmanî ye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal û herêmên ku li Başûrê Kurdistanê dagir kirine, bi hev ve girê bide.”

(şx)

ANHA