QSD: Hedefgirtina şehîd Ferhad reftarê dewleta Tirk li hember têkoşer û gelê me nîşan dide

QSD’ê ji bo şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî sersaxî xwest û got: "Em ê têkoşînê bilind bikin heta ku leşkere dawî yê dagirker ji xaka xwe derxînin."

QSD: Hedefgirtina şehîd Ferhad reftarê dewleta Tirk li hember têkoşer û gelê me nîşan dide
19 hezîran, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta Ferhad Şiblî kul i Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi vîn û israreke zêdetir, me agahiya şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî bihîst. Hedefgirtina Ferhad Şiblî ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve karekî tirsonek e, ku hîna jî êrişên dewleta Tirk yên terorîstane bi armanca ku gelê me têkoşîna xwe ya di oxira rizgarkirina xakê û gel ji terorê de berdewam nekin, didomin.

Me têkoşer Ferhad bi têkoşîn û fedekariya wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir. Têkoşerekî bi hêz bû, di karê xwe de bê dudilî bû û di doza gelê xwe de xwedî helwesteke sabît bû. Kesayeteke di têkoşîna xwe de dilnizm, xweşbîn û wefedar bû. Jiyana xwe xist avakirina aliyên jiyanê di hemû rewşên dijwar de.

Rêwîtiya şehîd Ferhad a siyasî û rêxistinî ya dirêj di damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşdeçûna têgehên têkoşînê li cem gel û kadroyên me de roleke mezin lîst. Ruhê lêborîn û hevkariyê di nava hemû pêkhateyên herêmê de bi xwespartina li rêgez û fikrên biratiya gelan ava kir. Roleke bingehîn û aktîf mîna fermandarekî siyasî di avakirin û pêkanîna projeyên avakirina rêxistinî, fikrî û civakî de list û bû parçeyek ji destkeftiyên ku ji berhemên şerê dirêj ê gel û şehîdên me pêk anîne.

Hedefgirtina şehîd Ferhad ji aliyê dagirkeriya Tirk ve reftarê wê yê sûcdariyê li dijî têkoşer û gelê me nîşan dide. Her wiha rewabûna têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî ku gel û hêzên me li hember êrişên dagirkeriyê û dijminahiya wê ya mayînde rave dike.

Hewldanên têkçûyî yên hedefgirtina têkoşerên me nikarin li pêş têkoşîna gel û hêzên me û pêkanîna fedekariyan bibin bend, lê ji wê zêdetir israra li ser rêxistin, girêdana binirx û destkeftiyên şehîdan, her wiha temamkirina amadekariyên rizgarkirina herêmên dagirkirî bilind dibe.

Hêzên me ku barê parastina gel û xakê hilgirtiye, sûcên dagirkeriyê û hemû sûcên wê yên berê efû nakin û piştrast dikin ku ew ê bi rêbazên leşkerî yên rewa û guncaw tolê hilînin û heta derkirina leşkerê dawî yê dagirkeriyê ji xaka me, têkoşînê bilind bikin.

Li ser vê yekê, em sersaxiya malbata şehîd, hevrê û gelê xwe dixwazi û piştrast dikin ku em yeqîn in ku keda şehîd dê bibe destpêka hemleyeke nû ya li ser rêya rêxistinkirina girseyî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(fr)