Erdogan ji bo pêkanîna planên xwe yên siyaseta derve aboriya welat dike qurbanî

Ji gelek salan ve, qeyrana aborî li Tirkiyê heye û nirxê lîreyê tirkî paş ketiye, her wiha rêjeya bêkariyê jî zêde bûye. Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan sedemên vê qeyranê jî vedigerîne komployeke cîhanî li dijî welatî wî. Lê pisporekî aborî û birêvebirina aloziyan diyar kir ku şerên ku Erdogan li derve pêk tîne û lêçûna çekdarkirinê, roleke mezin di vê qeyranê de lîstiye.

Erdogan ji bo pêkanîna planên xwe yên siyaseta derve aboriya welat dike qurbanî
19 hezîran, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Qada aborî ya Tirkiyê hêdî hêdî ber bi tehlukeyê ve diçe, nirxê lîreyê tirkî daketiye astekê ku mîna wê pêk nehatiye. Ji ber piraniya tirkan dolarê dikirin û baweriya wan bi diravê xwecih tune ye ku bi guhertinên siyasî li ser astên hundir û derve bandor dibe. Wek encam, rêjeya bêkariyê zêde bû. Peymangeha Serjimariyê ya Tirkiyê di çaryeka yekemîn a sala 2022`an de hejmara karkeran ragihandin.

Li gorî serjimariyê, rêjeya bêkariyê li Tirkiyê di çaryeka yekemîn a vê salê de li gorî çaryeka beriya wê bi 0.1 nuqte zêde bûye bûye ji sedî 11.4.

Li gorî çaryeka beriya wê li seranserî Tirkiyê, hejmara bêkaran ku temenê wan 15 sal in di çaryeka yekemîn a 2022`an de gihaşt 50 hezar. Wek encam hejmara giştî ya bêkaran li Tirkiyê gihaşt 3 milyon û 845 hezar kes. Her wiha rêjeya bêkariyê ya mêran gihaşt ji sedî 10.2 û jinan ji sedî 13.7. Bi wê re daxwaznameyên penaberiya ber bi Ewropayê ve jî zêde bû. Sala 2021`an, bi rêjeya ji sedî 45 daxwaznameyên îltîcayê zêde bû û gihaşt 20 hezar daxwaznameyan.

Piştî darbeya sala 2016`an û operasyonên qirkirinê , hejmara daxwaznameyên paneberiyê bi awayekî berçav zêde bûn.

Her wiha rewşa aborî bi awayekî yekser bandor li bilindbûna rêjeyên enflasyonê kir. Koma lêkolînên enflasyonê (ENAG) ku ji akademisyen, aborînas û analîzvanên diravî yên tirk pêk tê, di rapora xwe de hişyarî da ku çîna navîn a li welêt, ji ber siyastên diravî yên şaş ên Erdogan û alîgirên wî yên AKP`ê, dê were pelçiqandin

Li gel van karesatên aborî, Erdogan carekê li deriyên Qeter û hikumeta Seraj a Lîbyayê dixe da ku pere bibe û welatê xwe yê wêranbûyî xilas bike. Carekê din jî aloziyên derve çêdike da ku aloziyên xwe yên hunder derxe derve.

Lê  ji sedemên sereke yên aloziya aborî ya li Tirkiyê, budçeya mezin a artêşa Tirkiyê ye. Di çend salên derbasbûyî de bûdçeya ji bo qada leşkerî gelekî zêde bûye, ev yek li ser gencîneya dewletê li Tirkiyê barekî giran çêkir. Ji ber wê pirsgirêkên aborî derketin holê û nirxê dirava xwecihî, dadikeve.

Destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk di gelek dewletên herêmê de di nav de Sûriye, Iraq, Lîbya û Qerebax hene, rahênanên wê yên li rojhilatê Deryayê Spî (Qibris û Yewnanistanê), lêçûna wê bi miylar dolaran e. Fînansekirina van şeran û destwerdana di gelek dewletan de, li ser aboriya wêranbûyî yê Tirkiyê barekî giran e.

Di gelek raporan de tê destnîşankirin ku budceya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê  ya herî zêde ye ku digihêje 19.7 milyar dolaran. Li gorî lêçûna giştî, rêjeya wê derdora ji sedî 13 e. Ev yek li ser hesabê welatiyên Tirk pêk tê.

FÎNANSEKIRINA ŞERÊN LI DERVE

/kr/uploads/files/2022/06/18/183921_ey7-94wwgaeujza.webp

Der barê vê mijarê de aborînas û pisporê birêvebirina aloziyan a zanîngeha Kardîv a Yewnanistanê Dr. Ebdullatîf Derwîş ji ajansa me re axivî û got, paşdeçûna qada aborî li Tirkiyê, girêdayî lêçûna ji bo qada leşkerî û fînansekirina destwerdanên li gelek dewletan e, di nav de Sûriye, Iraq, Yewnanistan û gelek herêmên din hene.

Derwîş wiha domand: ''Ji ber van siyasetan, gelek dijminên Tirkiyê li rojhilat û rojava çêbûn ku dehf da wan dewletan ku derbasî şerên wekîlan (currency war) bibin li ser hesabê aboriya Tirkiyê. Ji ber wê nirxê lîreyê tirkî daket. Her wiha ji ber nirehtiyê ji rewşên siyasî û aobrî ya Tirkiyê sermiyanên xwecihî derketin derveyî Tirkiyê. Di encamê de rewşa aborî girantir bû û rêjeya bêkariyê zêde bû.''

GILÎ Û REXNEYÊN ZÊDE Û BANDORA LI ENCAMÊN HILBIJARTINÊN BÊ

Aboriya paşketî ya li Tirkiyê, bandor li AKP`ê kir û gelek kesayet jê qut bûn. Her wiha rexneyên li siyasetên Erdogan di parlamentoyê de zêde bûn. Tengavkirina partiyên muxalefetê û girtina namzetên HDP`ê didome. Li gorî anketan ev hemû bûn sedem ku Erdogan giraniya xwe wida bike.

Di vî warî de Derwîş got: ''Heke rewşa aborî wisa berdewam bike û nirxê lîreyê tirkî wisa dakeve, ev yek dê bandor li encamên hilbijartinên bê bike. Ji ber wê Tirkiyê hewl dide serkeftinên leşkerî û siyasî li Iraq, Sûriyê û Yewnanistanê bi dest bixe da ku partiya wî alîgiriyê bi dest bixe û netewperestên Tirk li dûrî xwe kom bike ji bo hicetan ji pirsgirêkên hundirîn re bibîne."

Lê bandora aloziyên aborî, siyasî û civakî yên li dû hev hêrsa civaka Tirkiyê zêde bike û dibe ku bibe sedem ku xwepêşandan li dijî desthilata Tirkiyê li dar kevin.

Lê nêrîna Dr.Ebdullatîf Derwîş cuda ye. Li gorî wî, ''Xwepêşandan dê encamên mezin bi dest nexin, ji ber wê li ser asteke mezin li dar nekevin. Ji ber muxalefeta Tirkiyê tu alternatîf pêşkêş nekiriye. Heta ku bigihêje desthilatê jî, siyasetên wê li hember dosyayên sereke mîna Sûriyê, doza Kurd û nakokiyên bi Iraq û Yewnansitanê re ne cuda be.

Derwîş wiha pê de çû: ''Heke Tirkiyê di hewldana xwe de bi serkeve û şerekî sînordar bi Yewnanistanê re çêbike û helwesta xwe di danûstandinên têkildarî dosyayên nakok de bi Yewnanistanê re pêş bixe, encamên hilbijartinên wê ewqas neyên guhertin.''

Derwîş di nav nirxandinên xwe de komeke çareserî pêşkêş kirin û got: ''Çareserkirina aloziyên siyasî di navbera Tirkiyê û cîranên wê de, dê gelek pere ji bo gencîneya Tirkiyê de dabîn bike. Ji ber Tirkiyê ji dewletên herî zêde ye ku di qada leşkerî de gelek pereyan xerc dike. Mîrasa dîrokî dê nehêle siyasetmedarên Tirkiyê siyaseteke aştiyane li hember cîranên xwe nîşan bidin. Sedema wê jî rola artêşê di siyaset û nakokiyên mezin ên li ser avê, kêmneteweyan, berhemên xwezayî de heye. ''

ABORÎ DIKE QURBANIYA GURKIRINA HESTÊN NETEWPEREST

Der barê doza kurdî de, Ebdullatîf Derwîş ev tişt diyar kir, ''Ji ber helwesta artêşê ji mijara kurdî, siyasetmedarên Tirk newêrin mafên kurdan an jî mafê diyarkirina çarenûsa xwe bidin kurdan. Li rex wê jî, helwesta neyînî ya raya giştî ya Tirkiyê ji vê dozê heye ku encama siyasetên neyînî yên berê ye. Çareserkirina doza kurdî li Tirkiyê, ne li gorî hevkêşiya nakokiya navneteweyî û rola ku ji Tirkiyê re hatiye dayîn e ku di gelek dozan û dosyayên navneteweyî de bilîze. ''

Di dawiyê de Derwîş got: ''Ji ber wê aborî dikin qurbaniya gurkirina hestên netewperest. Heke hevkêşiya nakokiya navneteweyî, rol, berjewendî û têgeh neyên guhertin, ev doz nayên çareserkirin.''

(şx)

ANHA