Menan Cafer: Bila PDK navê xwe bike `Partiya Dîktatoriya Tirk`

Nivîskar Menan Cafer da zanîn ku di dîrokê de PDK`ê rê li ber hewldanên destpêkirina şoreşeke kurdî girtiye, niha jî planên hevbeş ji bo qirkirina gelê Kurdistanê pêk tîne. Bila navê xwe bike `Partiya Dîktatoriya Tirk`, ji ber karê ku dike li dijî rizgariya neteweya Kurdistanê ye, ENKS jî êrişên dewleta Tirk mîna rizgarkirinê dibîne. Cafer got: “Divê gelê Kurdistanê helwesta xwe di vê pêvajoyê de nîşan bide, niha çarenûsa me tê nivîsîn.”

Menan Cafer: Bila PDK navê xwe bike `Partiya Dîktatoriya Tirk`
18 hezîran, 2022   23:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi beşdariya hêzên PDK`ê li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, herî dawî HPG di daxuyaniyê xwe de diyar kir ku di heyama 2 mehan de wan 744 çalakî pêk anîne, di encamê wan çalakiyan de 985 dagirker ceza kirine ji wan 2 payebilind bûn. Bi van daxuyaniyan tê xuyakirin ku tevî êrişên qirkirinê yên dijwar jî berxwedaneke bêhempa tê meşandin.

PDK`ê bi beşdarbûna xwe ya ji şer re, tevî hêzên xwe yên taybet tevgereke berbiçav ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a qirker dike. Ji bilî sala borî, tevgera wê ya vê salê bêhtir bûye. Di heman demê de êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heye, li vir ENKS ku şaxeke ji PDK`ê ye li Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyanî yan bêdengiya xwe dewleta Tirk dagirker nabîne û herî kêm çalakiyekê ji bo protestokirina sûcên dewleta Tirk li dar naxe.

/kr/uploads/files/2022/06/18/192816_cafer.webp

Nerazîbûn û şîrovekirina rewşa heyî ji aliyê gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanî ve hatiye kirin, yek ji wan jî nivîskarê Kurd Menan Cafer e, Menan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Menan Cafer da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrişên xwe gerîlayên HPG û YJA Starê ji holê rake û PDK`ê li holê bihêle da ku hemû rêkarî û perspektîfê wê pêk bîne.

Cafer got: “Di esas de mirov nikare bêje îro PDK`ê partiyeke kurdî ye û Kurdistanê temsîl dike, ew partiyeke ku armancê malbata Barzanî û dewleta Tirk di xwe de dibîne. Ji ber ku dîroka PDK`ê ji demên borî de heta niha bi kiryarên xwe destkeftiyên Kurdan ji Bakur û Rojhilat têk birine.”

Di axaftina xwe de Menan Cafer bal kişand ser rêgirtina PDK`ê ji pêkanîna şoreşekê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve û wiha dom kir: “Dema ku PKK di sala 1982`yan de xwest dest bi şoreşeke leşkerî bike, PDK dest avêt plana PKK û xwest ew şoreş dest pê neke. Lê piştre PKK bi pêşengtiya şehîdê nemir Egîd dest bi pêngava di 15`ê Tebaxê kir. Lê beriya wê gelek hewldan hebûn PDK`ê dibû asteng.”

Rêber Abdullah Ocalan wiha pêngava 15`ê Tebaxê şîrove dike: “Ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû dike. Êdî Kurdbûna berê nîn e. Kurdbûna ku me afirandiye, bi tevahî Kurdbûneke jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta dawîn jîndar bimînin em in. Di nava rêxistina me de, jiyana ku em di nava xwe pêk tînin, ew qas mezin e.”

`KARÊ PDK LI DIJÎ RIZGARIYA KURDISTANÊ YE`

Menan Cafer destnîşan kir ku îro roj PDK`ê ji asta hevkariyê bûye beşdarê êrişên qirkirinê û wiha dom kir: “Planên hevbeş ji bo qirkirina gelê Kurdistanê pêk tîne, ji ber ku heke di encamê vê beşdarî û êrişên qirkirinê de gerîla ji holê rabe wê dewleta Tirk bi şêwazeke eşkere, Başûrê Kurdistanê dagir bike û tenê hin kesan ji PDK`ê mîna karmendan bihêle, da ku li gorî perespektîfên xwe wan bi kar bîne. Wê navê Başûr jî bike Bakurê Iraqê.”

Di axaftina xwe de Cafer bal kişand ser bangên KCK`ê ji bo PDK`ê û got: “Beriya van gavên dawî yên ku PDK`ê avêtin KCK gelek bangawazî li PDK`ê kirin, da ku dev ji xiyanetê berde. Kiryarên PDK`ê ne tenê xiyanet e, asta xiyanetê derbas kiriye, ew ê dîrok ji wan nefert bike.”

Cafer got: “PDK di destê MÎT de amûreke, mirov dikare bêje bila navê xwe bikin `partiya dîktatoriya Tirk`, tenê navê wê maye, cewherê pratîka karê wê li dijî rizgariya neteweya Kurdistanê ye. Di dîrokê de destê PDK`ê di şehîdxistina Qesimlo de jî heye, ev dîrok nayê windakirin.”

`ÊDÎ BILA PDK`Ê NAVÊ KURDISTANÎ JI SER XWE RAKE`

Menan Cafer da xuyakirin ku ji vekişandina hêzên PDK`ê ji Şengalê dema êrişên DAIŞ`ê hat xuyakirin ku ew hêz di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de ne û got: “Mixabin ev ne rola pêşmergeyan e, pêşmerge ew in ên ku karibin berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin ne yên ku gelê Kurdistanê qir bikin. Niha jî PDK`ê bi hemû hêza xwe beşdarî pêkanîna plana Imbratoriya Osmanî û Mîsaqa Millî bûye, tenê ji bo şerê rizgariya neteweya Kurdistanê bike, beşdarî hemû kongreyên li Tirkiyê dibe.”

Cafer da zanîn û got: “Piştî ewqas binpêkirinan divê kongreya kurdistanî bêyî PDK`ê bê lidarxistin, ji ber em nikarin bi partiyekê re bicivin ku bi dijmin re beşdarî êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd dibe, êdî bila ew jî navê Kurdistanî ji ser xwe rake.”

`ENKS`Ê JÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK MÎNA RIZGARKIRINA ROJAVA DIBÎNIN`  

Di berdewama axaftina xwe de Menan Cafer destnîşan kir ku piştî 2 salan ji diyalogên kurdî-kurdî partiyên ENKS li Rojava bi bihaneyan xwe vedikşînin. Li Rojava perespektîfên MÎT a dewleta Tirk a qirker pêk tînin û wiha dom kir: “Di dema dawî de hemû bihane hatin rakirin jî, digotin girtiyên me di zindanan de hene, ew girtî jî bi bombeyan dixwestin ewlehiya bajaran têk bibin. Li Efrînê beriya dagirkirinê li pêş çavên me ENKS di nivîsgehên xwe de bombe çêdikirin.”

Cafer da zanîn ku ENKS`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê dibîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ewqas ne şerm e qaşo bêhna kurdetiyê jê tê, yê bi navê Azad Osman ku li Efrînê dimîne dibêje divê Til Rifet û Minbicê her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên rizgarkirin yanî bên dagirkirin , bi kurdî û li ser Rûdawê van axaftinan dike.”

Ji ber vê pêvajoyê Menan Cafer bang li gelê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û welatparêzan kir ku divê helwesta xwe di vê pêvajoya hestiyar de bidin nîşandan û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Niha çarenûsa me tê nivîsîn, heke em weke Kurd di vê sedsalê de mafên xwe bi dest nexin wê di sedsala bê de hemû destkeftî ji dest me derkevin.“

ANHA