‘Dewleta Tirk îslamê reş dike û durûtiyê dike’

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwe kiriye “sultanê misilmanan” lê bi vê yekê navê îslamê reş dike û durûtiyê dike û got: “Dewleta Tirk îslamê li gorî xwe şîrove dike, bi rêya wê jî dixwaze rola jinan têk bibe.”

‘Dewleta Tirk îslamê reş dike û durûtiyê dike’
18 hezîran, 2022   13:15
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 15`ê Hezîranê de ji bo protestokirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiya konvedanê kir.

Têkildarî guhertina demografiya herêmê, qetilkirina welatiyan û êrişên dagirkirinê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2022/06/18/131552_img_0047.webp

Endamê Meclisa Şêwirê ya Kongreya Îslama Demokratîk û serokê Saziya Olî ya navçeya Dêrikê Mihemed Emîn Derwêş diyar kir ku ola îslamê ji bo edalet, bidestxistina mafên mirovan û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de hatiye û got: “Di Qurana pîroz de bang li wekhevî, qencî, edalet û exlaqê baş hatiye kirin, her wiha bang li dûrbûna ji kiryarên fihûşê û dermirovî hatiye kirin. Ev têgehên sereke yên ola îslamê ne.”

Derwêş da zanîn ku heke di bin navê ola îslamê de kuştin, dagirkirina welatan, binpêkirina mafên gelan bê kirin, bi vê yekê dixwazin îslamê reş bikin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê pêwîstî bi avakirina têgeheke nû ji îslamê re hat dîtin, da ku bi rêya wê em îslamê ji reşkirinê biparêzin.”

Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelan jî Derwêş got: “Dewleta Tirk xwe dike sultanê misilmanan û bi navê îslamê, operasyonên bi navê aştî û şaxên zeytûnê pêk tîne, bi vê yekê zeytûn û aştiyê jî reş dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mal û milkên gelan dibe, talan dike û welatiyan qetil dike. Bi van sûcan dixwaze welatê wan dagir bike, dagirkirin jî dûrî îslam û exlaqê îslamî ne.”

‘DEWLETA TIRK DURÛTIYÊ DIKE’

Mihemed Emîn Derwêş da xuyakirin ku axa ku bê dagirkirin û bi darê zorê bê standin nimêj lê nabe û nayê qebûlkirin û li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî Derwêş got: “Dagirkirin bi xwe ne rewa ye, pêxember Mihemed ji bo belavkirina heqiyê digot daran neşewitînin, zarok û jinan qetil nekin, zirarê li xwezayê nekin. Dewleta Tirk berovajî van gotinan kiryaran dike û durûtiyê dike, durûtî jî ji aliyê pêxember ve tê lanetkirin.”

/kr/uploads/files/2022/06/18/131607_img_0049.webp

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk û Nûnera Saziya Jinan di kongreyê de Delal Xelîl jî da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker di vê demê de hemû zagonên navneteweyî binpê dike, di kiryarên xwe de jî jinan hedef digire û got: “Di bin navê îslamê de binpêkirin li dijî jinan li Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê pêk anî, li gorî dîrokê û di şoreşa Rojava de jinan bi pêşengiya xwe hişt ev şoreş bi pêş bikeve. Hemû deskeftiyên ku hatin bidestxistin hemû bi keda jinan e.”

Delal Xelîl wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê dixwaze bi rêya hedefgirtina jinan vê şoreşê têk bibe, ji ber ku jin bi nêrîna xwe dikare her tiştî bi pêş bixe.”

Di axaftina xwe de Delal Xelîl bal kişand ser nerîna ola îslamê ji binpêkirinên ku li dijî jinan tên kirin ku niha dewleta Tirk a qirker vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got: “Di îslamê de jin û mêr di wekheviyekê de ne têkildarî bidestxistina mafê xwe, di sûret û şîrovekerê ola îslamê de tewsiye ji bo mafên jinan hatiye kirin. Dewleta Tirk jî berovajî vê yekê dike, têgînan li gorî xwe şîrove dike, bi rêya wê jî dixwaze rola jinan têk bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Delal Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya kiryarên xwe hewl dide îslamê li dijî jinan bihesibîne û pê re jî ola îslamê şaş derxe û got: “Nûnertiya jinan ji Rojavayê Kurdistanê re ji bo dewleta Tirk derd û êşek e, ji ber vê yekê di bin navê îslamê de dibêje divê jin neyên xuyakirin û bê helwest be.”

ANHA