Oldaran û Partiya Yekitiya Suryan piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da

Oldaran û Partiya Yekitiya Suryan sûcên artêşa Tirk a dagirker ên ku bi navê Îslamê pêk tîne, şermezar kirin û teqez kirin ku ji bo parastina herêmê ew ê li kêleka QSD`ê bin.

Oldaran û Partiya Yekitiya Suryan piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da
Oldaran û Partiya Yekitiya Suryan piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da
Oldaran û Partiya Yekitiya Suryan piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da
18 hezîran, 2022   13:10
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî, 15`ê Hezîranê li bajarê Qamişlo konê çalakiyê vegirt.

Konê çalakiyê bi pankartên bi nirîsên “Îslam ola aştiyê û dilovaniyê ye, Dijminahiya Tirkiyê dagirkerî, kuştin û şer e” hate xemilandin. Di roja sêyemîn a çalakiyê de oldar, mela û nûnerên saziyên civakî, siyasî û sivîl û Meclisa Partiya Yekitiya Suryan beşdar bûn.

Endamê rêveber ê Meclisa Oldaran a Bajarê Hesekê Mihemed Reşîd Cerûd axivî û got: "Hemû pêkhate li ser xakekê dijîn, nasnameya me yek, dijminê me diyar e û  xwînmij e. Qanûna wî qetilkirin, wêrankirin, koçberkirin û têkbirina biratiya gelan e."

Cerûd anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze welat dagir bike, her wiha sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Cerûd diyar kir ku Erdogan û çeteyên wê dar, depo, mizgeft û zarok hedef girtin, niha jî bi navê Îslamê wêrankirin, xirabkirin û koçberkirinê pêk tîne û teqez kir ku ew ê bêdeng nemînin û bang li rêxistinên mafên mirovan û hemû dewleta dikin ku li dijî van sûcan bisekinin.

Endamê Odeya Pîşesaziyê ya Bajarê Qamişlo Macid Ebdî jî ev tişt anîn ziman: "Îro em bi armanca zelalkirina helwesta xwe ya li hemberî Erdogan ê dagirker ku dixwaze împeratoriya Osmanî zindî bike, li vir in. Em ê dest bi dest alîkariya rêveberiya xwe ya xweser bikin da ku çeteyên Tirkiyê têk bibin."

Macid Ebdî wiha axaftina xwe dewam kir: "Artêşa Tirk û hevbendiya ku îro destekê dide wê, hewl didin vî welatî parçe bikin û me dûrî hev bixin, lê em ji cîhanê re dibêjin em ê li dijî çi kesên li dijî gelê me sûcan pêk tînin, bisekinin."

Ebdî da zanîn ku îro li bin konê rûmet û şerefê kom bûne, da ku ji dewleta Tirk re bibêjin ew parastina rûmeta xwe dikin û rê nedin tu kesî ku wan qir bike.

Dûre melayê Mizgefta Nûr a Hesekê Remezan Casim wiha axivî: "Artêşa Tirk a dagirker bi navê ola Îslamê talankirin û sûcan pêk tîne, mînaka wê jî sûcên li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê ye."

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî û destnîşan kir ku ev kon tê wateya li hemberî zilmê mirov gotina rast bibêje û wiha dewam kir: "Em gelê Suryan beriya çend rojan qurbaniyên Komkujiya Sêfo bi bîr anîn, ku 1915`an bi biryara desthilata Osmanî pêk hatibû."

Bersûm destnîşan kir ku Erdogan bi navê ola Îslamê dixwaze gelê Suryan jî qir bike û Îslam ji van kiryaran dûr e.

Senherîb Bersûm anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide biratiya gelan têk bibe û fitneyê di navbera wan de derxe, lê proje û helwesta wan a li dijî gefên dewleta Tirk jî yek e û ew ê li dijî xeteriyên heyî destekê bidin QSD`ê.

Tê payîn konê çalakiyê heta sibe bi dawî bibe.

(eh)

ANHA