Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got, dewleta Tirk bi van gefan dixwaze jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
18 hezîran, 2022   13:16
MINBIC

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li ber navenda xwe kom bûn û der barê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Hevseroka navendê Roz Îshaq daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelan didomîne û hewl dide pirrengiya çandî û etnîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rake û got: "Ji ber vê ev pirrengî wekî xeteriyeke li ser statuya xwe dibîne, ji ber wê dixwaze binsaziya çandî, aborî û civakî ya herêmê hilweşîne û bi rêya komên xwe yên çete yên terorîst siyasetên xwe yên dagirkirinê bi cih bîne. Di vê yekê de sûdê ji mijulbûna cîhanê bi aloziyên xwe ve digire."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker sûcên herî hovane, koçberkirin, qirkirin û guhertina demografî li herêmên dagirkirî pê tîne û bi hincetên bê bingeh wekî avakirina "herêma ewle" hewl dide dide herêmên din dagir bike û li ser hesabê xwîna gelan û asîmîlekirina çandên wan, planên xwe yên osmanî bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku di yek rêzê de li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin û piştgiriyê bidin hêzên leşkerî yên parastinê û hate gotin:  "Vebijêrka me ya yekane û ya yekemîn têkbirina her êrişên leşkerî û fikirî ye. "

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me kevirê sereke yê jiyana hevbeş danî ye, em şerê hebûn û nebûnê dikin. Ji bo parastina xaka xwe ji fikirê tundraw me bi hezaran şehîd dane û em amade ne hîn jî bidin. Me êrişî tu dewletekê nekiriye, lê heger êriş li ser me were kiri em ê bi hemû hêza xwe xaka xwe biparêzin. "

Navenda Çand û Hunerê bang li tevahî hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk ku rûyê din ê DAIŞ'ê ye bisekinin. Her wiha bang kir ku rejîma Tirk li pêşberî dadgeha navneteweyê ceza bike "Ji ber ku gef û xeteriyê li ser tevahî gelan û ewelehî û aştiya herêmê û cîhanê dixwe, her wiha bûye jêder û destkarê hemû komên terorîst."

Di daxuyaniyê de soza domandina xeta şehîdan, parastina xak, nirx û destkeftiyan hate kirin.

ANHA