Artêşa dagirker topan li gundê Tewîla dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de rojavayê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.

Artêşa dagirker topan li gundê Tewîla dibarîne
18 hezîran, 2022   11:52
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tewîla yê rojavayê Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.

Têkildarî encamên topbaranê heta niha agahî negihaştine ber dest.

ANHA