​​​​​​​Malbatên şehîdan ên Şedadê: Êrişên li ser herêmê gefan li ewlehiya cîhanê jî dixwin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê bi daxuyaniyekê gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û got "Êrişên li ser herêmê gefan li aştî û ewlehiya cîhanê jî dixwin, lewma divê civata navneteweyî zextê li Tirkiyê bike û êrişan rawestîne."

​​​​​​​Malbatên şehîdan ên Şedadê: Êrişên li ser herêmê gefan li ewlehiya cîhanê jî dixwin
18 hezîran, 2022   11:35
HESEKÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li pêşiya navenda xwe ya li navçeyê, daxuyaniyek da û tê de gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

Endama meclisê Îman Ferec daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî niştecihên herêmê hate kirin û hate gotin: "Ev faşîzm li beramberî dîrokê û mirovahiyê berpirsa qetilkirina bi milyonan Ermen, Kurd û Ereb û têkbirina çandên wan e. Di bin navê îslamê de xizmeta berjewendiyên xwe dike, lê heta pîroziyên misilmanan jî jê bê par nemane."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla bi bin ket, bi hinceta parastina ewlehiya xwe û avakirina “herêm ewle”, berê xwe da Rojava, lê di rastiyê de dixwaze bi wê re dagirkeriya xwe rewa bike. 

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li civata navneteweyî kir ku zextê li Enqereyê bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên wan û Şengalê rawestîne û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bike.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li Amerîka û Ewropayê hate kirin ku nema piştgiriya AKP`ê bikin û got: "Ji ber ku gefan li ewlehiya cîhanê dixwe û rê li pêşiya zindîkirina DAIŞ`ê û belavbûna fikirên wê yên tarî vedike."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA