PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin

PYD`ê hin kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rola wan a mezin di birêxistinkirina civakê û piştgiriya şoreşa gelan re, xelat kirin.

PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin
18 hezîran, 2022   12:04
HESEKÊ

Di Kongreyê 9`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de ku vê sibê li bajarê Hesekê û bi beşdariya 700 delegeyên ji partiyê ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê dest pê kiribû, gelek kesayetên welatparêz hatin xelatkirin.

Endamên Desteya Hevserokatiya PYD`ê di kongreyê de 12 kesayetên welatparêz ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelat kirin. Komîteya Amadekar li ser xelatkirina kesayetan wiha axivî: "Van kesayetan di Şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û birêxistinkirina civakê de roleke girîng lîst."

Kesên hatine xelatkirin ev in; "Necah Gulo, Sutlan Hesen, Ehmed Mele Ubêd, Wejdî Betê, Nazê Sadûn, Eyşe Hec, Elîf Omer, Helîme Muslim, Mihemed Sedîq, Emîne Remezan, Mistefa Yûnis û Ehmed Xelîl."

Kongreya 9`emîn a PYD`ê bi senevîzyonekê li ser kar û xebatên partiyê û armancên wê berdewam dike. Piştre dê li dezgehên ragihandinê girtî bidome.

Li gorî Komîteya Amadekar, dê rapora salane ya PYD`ê were xwendin û rêziknameya wê were xwendin da ku li ser bê erêkirin. Her wiha dê hevserok û meclisa nû ya partiyê werin hilbijartin. Kongre sibe dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA