Îsraîl û Hemasê baregehên hev bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê baregehên tevgera Hemasê yên li Xezayê bombebebaran kirin. Ev bombebaran wekî bersiva êrişa bi moşekan ji Xezayê ve ber bi baregehên Îsraîlê ve pêk hat.

Îsraîl û Hemasê baregehên hev bombebaran kirin
18 hezîran, 2022   10:45
XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Îsraîlê vê sibehê êriş birin ser baregehên tevgera Hemasê yên li Xezayê û di encamê de ziyanên mezin ên madî çêbûn.

Ev êriş piştî avêtina moşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve û ketina balona çavdêriya leşkerî ya Îsraîlê li Xezayê û desteserkirina wê ji aliyê Hemasê ve hate kirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê "Werşeyên hilberîna çekan ên li baregeheke leşkerî ya Hemasê hatin hedefgirtin."

Li gorî nûçegihanê radyoya artêşa Îsraîlê Doron Kadûş "Ev êriş bersiva kuştina 3 ciwanên filistînî li Cenînê ya Difa Rojava ji aliyê Îsraîlê ve pêk hat.''

Berdevkê tevgera Hemasê Hazim Qasim jî têkildarî êrişê got: "Êrişên li Xezayê berdewama êrişên li ser xaka Filistînê ya li Quds û Xezayê ye ku herî dawî 3 ciwanên berxwedêr li bajarê Cenînê hatin qetilkirin."

(eh)