Çeteyan li Efrîna dagirkirî 3 welatiyên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî 3 welatî revandin.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî 3 welatiyên din revandin
18 hezîran, 2022   10:47
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşekrî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3 welatiyên ji gundê Nisiryê yê navçeyê revandin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Îsmaîl Mihemed Hesen (26), Elî Şêxo Elî (28) û Welîd Hemo Mihemed (31).

Heman çavkanî diyar kir ku kesên revandî ber bi cihekî ne diyar ve hatin şandin û hîna aqûbeta wan ne nayê zanîn.

(dm)

ANHA