Ji parlamenterên Iraqê banga civîneke awarte… PDK bi peymanên bi Enqereyê re mijûl e

Di demekê de ku bertekên aliyên iraqî li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û axa Iraqê zêde dibin, PDK bi îmzekirina peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re mijûl dibe.

Ji parlamenterên Iraqê banga civîneke awarte… PDK bi peymanên bi Enqereyê re mijûl e
Ji parlamenterên Iraqê banga civîneke awarte… PDK bi peymanên bi Enqereyê re mijûl e
Ji parlamenterên Iraqê banga civîneke awarte… PDK bi peymanên bi Enqereyê re mijûl e
18 hezîran, 2022   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Fraksiyona Sadqun a li Parlamentoya Iraqê der barê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek da ku ji aliyê komeke parlamenterên Iraqê ve hatiye îmzekirin.

Fraksiyonê di daxuyaniyê de bang li serokatiya Parlamentoya Iraqê kir da ku bi awayekî lezgîn li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk bicive.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Li ser dagirkeriya Tirk û binpêkirina serweriya welat, hedefgirtina welatiyên sivîl, banga civîneke taybet a li parlamentoyê dikin. Divê di civînê de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî amade be.”

Duh danê sibê li gundê Berlut ê li bakurê navçeya Kelar a ser bi Germiyanê ve, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn, yek ji wan cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ye, her wiha kesekî din birîndar bû.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker şêniyên gundê Kêste yê Berwarî Bala ya Amêdiyê bi doçkayan gulebaran kirin. Di encama êrişê de 2 jinên di nava baxçeyên xwe de karên xwe yên rojane dikirin, birîndar bûn.

Çarşema borî jî, balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk, Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê topbaran kir, di encamê de zarokek şehîd bû û gelek kes birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê topbarana li ser navçeya Sinûnê ya Şengalê şermezar kir.

Serokê Koma Dewleta Yasayê Etwan El-Etwanî êrişên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê û Herêma Kurdistanê wek êrişên dijminane bi nav kirin û banga kombûna lezgîn li parlementoyê kir. El-Etwanî got: “Ev çalakiyên dijminane, dide nîşandan ku Tirkiye rêz li pîvanên baş ên cîrantiyê nagire.”

El-Etwanî da zanîn ku Enqere bi van pêkanînan norm û qanûnên navneteweyî jî binpê dike û got: “Divê ev binpêkirinên Tirkiyê bidin dadgeha navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî.”

Serokê Fraksiyona Dewleta Yasayê bang li parlementoya Iraqê kir û got: “Divê parlemento ji bo parastina serwerî, ewlekarî û kerameta Iraqê bi awayekî lezgîn kom bibe, hinek biryarên ku hikumet pêk bîne, derxe.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li ser êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên di van demên dawiyê de li pey hev pêk tên, li ser hesabê xwe yê fermî peyameke kurt weşand.

Talebanî bêyî navê dewleta Tirk bîne, peyameke bi sernavê “Destdirêjî û binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê gihîştiye asteke metirsîdar” da. Talebanî di peyama xwe de got: “Ev kiryar ji kîjan welat an jî aliyekî bin, em şermezar dikin. Lê nabe êdî tenê bi daxuyanî û axaftinan nerazîbûnê bidin nîşan û li benda êrişeke din bin.”

Talebanî ku bi xwe jî cîgirê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, ji Hikumeta Federal a Iraqê xwest berpirsyariyên xwe bi cih bîne û got: “Pêwîst e Hikumeta Federal a Iraqê rola xwe bilîze û bibe xwedî helwesteke cidî. Divê bi guftûgoyê sînorek ji bo van binpêkirinên serweriya welatê me deyne.”

Parlamenterê berê yê Iraqê Dr. Yûsif Mihemed jî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir.

Dr. Yûsif Mihemed jî diyar kir ku bêdengî û bêhelwestiya her sê serokatiyên Iraqê û desthilata Başûrê Kurdistanê di asta destdirêjiya berdewam a Tirkiyê û berfirekirina çalakiyên leşkerî û sîxuriya Tirkiyê de şermî ye û gihîştiye asta jê re pêşengiyê dikin. Yûsif Mihemed got: “Bêdengiya di asta êrişên Tirkiyê û hatina dewletên din a ji bo destwerdanê, bi şêweyekê ku Iraq û herêm dibe daqa yekalîkirya pêşbaziya wane.”

Endamê Meclisa Parlamentoyê Ehmed Rebîyî jî bang li sê aliyên fermî kir ku dosyaya zêdegaviyên Tirkiyê li bakurê Iraqê bi dawî bikin û topbarana dawîn a ku tê de zarok hatine hedefgirtin, şermezar kir.

Rebîyî ku ji Ronews`ê re axivî, bang li Bexda, Erbîl û Wezareta Karên Derve kir ku tevdîrên bilez li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk ên dawîn û yên beriya wê bigirin û diyar kir ku helwesta hikumeta navendî tu hêvî jê tune ne.

Her wiha destnîşan kir ku divê hemû kaxizên siyasî û aborî û navneteweyî ji bo cezakirina dewleta Tirk bên bikaranîn.

Nerazîbûneke tund jî ji parlementerê serbixwe yê Iraqê Basem Xaşan hat. Xaşan li ser hesabê xwe yê Facebook’ê peyamek belav kir û bangeke girîng li hikumet û parlementoya Iraqê kir.

Basem Xaşan diyar kir, Tirkiye dewleteke haydûte (çete) û wiha nerazîbûn da nîşan: “Tirkiye, dewleteke haydût e, serweriya Iraqê û mafên wê yên avê binpê dike. Iraq gavên pêwîst li dijî van binpêkirinan ne avêt û bêdeng ma, bi rêyên qanûnî û yanjî pêkanînên cûda wê hişyar nekir.”

Parlementerê Iraqê Basem Xaşan diyar kir yek ji pîvana NATO’yê ya piştgirîkirina welatên endam ewe ku divê serwerî û mafê welatên din binpê neke û wiha pêde çû:“Lê tevî vê yekê jî ji vê êrişkariya Tirkiyê re bêdeng dimîne, êrişên dijî Irarqê ji nedîtîve tê. Ev jî wê dike hevparê van êrişên Tirkiye û berpirsyariya wendahiyên mirovî. Her wiha di ber êrişkariya li dijî Iraqê û zererên ji ber binpêkirina mafê avê çavkaniya xwe digirin de jî berpirsyar e.”

Xaşan diyar kir dewleta Tirk ji bêdengiya hikumeta Iraqê ceraset digire û got: “Helwesta heyî jî bê bandore û sînorên Bexdayê jî derbas nake.”

Basem Xaşan di beşa dawî ya peyama xwede jî bangeke girîng li Hikumeta Federal a Iraqê û parlementoyê kir û got: “Divê hikumeta Iraqê û parlemento bersivan van êrişan bidin. Êdî dema wê hatiye peyama hişyariyê yê cezakirina welatên NATO’yê were dayîn.”

KCK'ê li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Meclisa Gel a Sinûnê daxuyaniyek da û li dijî êrişên qirkirinê bang li raya giştî ya Kurdistanê û hêzên Iraqê kir ku helwesteke xurt nîşan bidin.

Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê jî û bêyî ku hikumeta Hewlêrê li hemberî êrişan tu tedbîran bigire, duh şandeyeke payebilind a hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo nîqaşkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê gihaşt Tirkiyê.

(cx)