Kedkarên Helebê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Yekitiya Kedkaran a Helebê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ev kiryar qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku dawî li siyaseta dewleta Tirk a dagirker bîne û hesab jê bixwaze.

Kedkarên Helebê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
18 hezîran, 2022   09:41
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Kedkaran a girêdayî Saziyên Civaka Sivîl îro bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Helebê Ehmed Xelîl bi beşdariya bi dehan endamên yekitiyê, daxuyanî li pêşiya Navenda Saziyên Civaka Sivîl a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda ku desthilata Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan daye ferzkirin li dijî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e, tevî bangên ji bo hevdîtinê, lê dewleta Tirk a dagirker nahêle malbat û parêzer bi rêber Ocalan re hevdîtinê bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Siyaseta dewleta Tirk a dagirker nakokiyan di navbera neteweyan de derdixe, ev jî xizmeta hişmendiya şovenîst û sîstema dîktator dike. Destwerdana hikumeta Erdogan di kar û barên dewletên herêmî de û bi taybet Sûriyê û gefên rojane li Başûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe da ku vîna gelê Kurd û gelê herêmê bişîne, ne rewa ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van gef û êrişan her wiha bikaranîna çekên di qada navneteweyî de qedexe, dixwaze berxwedana HPG`ê û QSD`ê têk bibe û wiha hate gotin: " Lê ew ê siyaseta rejîma Tirk nikare wan dûrî xeta berxwedanê û şoreşa neteweya demokratîk û rizgarkirina gel ji sîstema despot bixe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker, hesab jê bixwaze.

(eh)

ANHA