Hevserokên PYD`ê behsa çareserkirina doza kurdî û bidawîkirina aloziya Sûriyê kirin

Hevserokên PYD'ê axaftina destpêkê ya kongreyê kirin, diyar kirin ku divê pirsgirêka kurdî li gorî felsfeya neteweya demoratîk were çareserkirin. Her wiha bang li aliyên kurdî yên ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in kirin ku ji vê rêyê vegerin.

Hevserokên PYD`ê behsa çareserkirina doza kurdî û bidawîkirina aloziya Sûriyê kirin
18 hezîran, 2022   09:05
HESEKÊ

Kongreya 9'an a PYD'ê bi beşdarbûna 700 delgeyên partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê li bajarê Hesekê dewam dike.

Hevserokatiya PYD'ê Eyşe Hiso û Enwer Muslim axaftina destpêkê ya kongreyê kirin.

Muslim geşedanên ku herêm tê re derbas dibe nirxand û got: "Li gel xeteriya rewşa hundirîn û ya derve  ev kongreya me tê lidarxistin. Li seranserî cîhanê û Sûriyê bi taybet alozî kûrt bûne. Sûriyê di rewşeke gelek zehmet re derbas dibe ku dagirkeriya Tirk a li hin bajaran dest pê kir û asta binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê komên girêdayî wê li herêmên dagirkirî zêde bûne. Ji wê zêdetir şerê Rûsya û Ukraynayê aloziya aborî li herêmê û cîhanê kûrtir kir."

KESAYETÊN NETEWEYÎ YÊN KURDISTANÊ DIKIN HEDEF

Muslim di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser zêdebûna dijbertiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û wiha anî ziman: "Çi li Başûrê Kurdistanê be an Bakur û Rojhilatê Sûriyê be êrişî herêmên ewle dike, bi balafiran kesayetên neteweyî û sivîl dike hedef. Ev hemû di nava bêdengiya civata navneteweyî de, di nav de dewletên garantor de tên kirin ku destûr dane Tirkiyê da ku sûcên herî hovane pêk bîne, sivîlan ditirseîne û malan wêran dike. Niha jî artêşa wê gefên dagirkirina herêmên din dixwin."

'EM HER TIM XWE DISPÊRIN GEL'

Enwer Muslim îşaret pê kir ku li gel van rûdanan ew her  tim xwe dispêrin gel û wiha pê de çû: "Her tim em xwe dispêrin îradeya gelê me yê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê û hêzên niştimanî û siyasî ku wekî garantiya avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî û bi dawîkirina dagirkerî, teror û despotiyê. Ji bo rizgarkirina civakê her tim destê me dirêj e."

Enwer Muslim da zanîn ku PYD'ê tê gihiştiye ku bihêzkirina civakê hêz , tevger û çalakbûneke xurt pêwîst dike, ji ber vê yekê di dirêjahiya demên dawî de berjewendî di navbera hemû herêm û aliyan de hevseng kir da ku rê li ber pirsgirêkan bigirin.

Muslim bi domdarî got, divê tevahî hêzên siyasî û çalakiyên civakê bê terdudu bi erkên xwe rabin, diyalogên cidî pêk bînin, aliyên din qebûl bikin da ku bighêjin çareseriyan ji pirsgirêkên heyî re

Her wiha got, PYD'ê her tim banga diyalogan bi hemû hêzên siyasî yên aktîv ên li Sûriyê  re dike ku li hemberî xeteriyên heyî bisekinin û diyar kir ku di aliyê kurdistanî de têkiliyên xwe yên biratî bi tevahî aliyên kurdistanî re xurt da ku tevahî destkeftiyên ku her aliyên Kurdistanê hatine bidestxistin bên parastin.

Enwer Muslim bang li dewletên cîhanê, tevahî hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir ku bêdengiya xwe bişkînin, desteka madî û manewî bidin Rêveberiya Xweser, piştgiriya gelê Sûriyê bikin da ku dûrî destwerdanên derve bi ewle û rûmet li ser xaka xwe bijî.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kir ku çavdêriya pêkanîna biryarên xwe yên taybet bi Sûriyê bikin, ji bo bidawîkirina dagirkeriyê kar bikin û got: "Bêyî yekitiya niştimanî ya tevahî gel û pêkhateyên Sûriyê û bêyî diyalogên cidî bidawîkirina dagirkeriyê ne pêkan e."

'FELSEFEYA BIRATIYA GELAN A RÊBER OCALAN, KILÎTA ÇARESERIYÊ YE'

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî got, “Paritya me li ser baweriya ku felsefeya biratiya gelan a rêber û ronakbîr rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, çareseriya yekane ya krîza Rojhilata Navîn e, me karîbû xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin bikin. Ew siyasetên sîstemên netewperest ên civak çewisandine û ji cewherê wan dûr xistine, ji aliyê hêzên derve ve dihatin birêvebirin. Dema ku wan hêzan xwest guhertinê pêk bînin, herêm bi vê rewşa krêtîk re rû bi rû ma ku veguherî kabûsekê li dijî gelên Rojhilata Navîn.”

Eyşe Hiso teqez kir ku fesefeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, ne tenê projeyek ji bo demokratîkkirina Sûriyê ye, lê belê projeyeke ku dikare li ser asta Rojhilata Navîn û cîhan be jî. Ji lewra partiyê vê felsefeya ji xwe re bingeh girt.

Eyşe Hiso di dewama axaftina xwe de got: “Herêmên dagirkeriya Tirk û yên xwe wekî muxalefeta Sûriyê binav dikin, li şûna ku çareseriya altirnatîf pêşkêş bikin, dagirkerî rewa kirin û bûn kevirên domîno di destê dewleta Tirk de, ku tenê dixwaze Mîsaqî Millî vegerîne û dest deyne ser cografiya di bin serweriya Osmaniyan de bû. Jilewra em dibînin ku ew tenû bûn amûreke pêkanînê.”

Eyşe diyar kir ku çareserkirina doza kurdî, deriyê çareserkirina aloziya Sûriyê û ya hemû dozên bigirêk ên Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: “Tê zanîn ku ne tenê muxalefeta Sûriyê bû amûreke pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker, her wiha hikuemta Başûrê Kurdistanê ku li kêleka diminê Kurdan sekinî yên ku biryara tunekirina Kurdan dan.”

'ENCUMENA NÎŞTIMANÎ YA KURDÎ HÎNA GIRÊDAYÎ DEWLETA TIRK E'

Eyşe têkildarî siyasetên Encumena Nîştimanî ya Kurd jî wiha got: “Hikumeta Başûr roleke neyînî di bandorkirina Encumena Nîştimanî ya Kurdî de dilîze, ku hîna girêdayî dewleta Tirk a dagirker e. Ruxmî ku dema me dest bi diyalogê kiriye û dema parityên PYNK`ê hatin avakirin, armanca me ew bû ku em bigihêjin çareseriyeke rasteqîn di heman demê de em xetên xwe yên sor biparêzin. Lê tu guhertina li cem aliyên din tune bû, em dibînin ku yekitiya nîştimanî bi vegera li xeta nîştimanî pêkan e.”

Hiso her wiha teqez kir ku gelê Kurd êdî ne wek berê ye, ji ber ku êdî pê dizane ku tiştê rû dide xiyaneta dîrokê ye û got: “Ji vir em berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê û berxwedana gelê me yê Şengalê silav dikin. Hikumeta Başûr ji bîr dike ku gerîla li djî DAIŞ`ê şer kirin û nehiştin Başûr bikeve destê dAIŞ`ê, lê mixabin ew careke din vegeriyan xeta xiyanetê.”

Eyşe Hiso da zanîn ku PYD`ê pê bawer e ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa jin û ciwanan e û wiha domand: “Jinan bi têkoşîna xwe ya îdeolojî û siyasî karîbû li nava refên partiyê cih bigire û roelek pêşeng bilîze.”

Eyşe Hiso bi domdarî got: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarîn pêşengiya gihandina civakê ber bi aramiyê ve bikin, dikarîn têgehên civakê yên ku welatiyê azad li welatekî azad diafirînin, xurt bikin. Ji ber ku kolebûna civakê tê wateya kolekirina jinan. Di şer û koçberiyê de her tim jin û ciwan dibin hedef. "

Eyşe Hiso soza xurtkirina têkoşîna parastinê û parastina hevjiyana azad ''da ku civakeke ekolojîk komînal ava dike, tê de mafê hemwelatîbûnî misoger e''. Her wiha banga piştgiriya ciwanan, rêxistinkirina refan ji bo têkbirina dagirkeriyê û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî kir.

ANHA