​​​​​​​Artêşa dagirke dîsa Herêma Biradostê topbaran dike

Artêşa Tirk ya dagirker Herêma Biradostê bi dijwarî topbaran dike, heya vê kêliyê jî topbaran dewam dike.

​​​​​​​Artêşa dagirke dîsa Herêma Biradostê topbaran dike
18 hezîran, 2022   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker Herêma Biradost bi dijwarî topbaran dike.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk ji baregehên xwe yên di nava Başûrê Kurdistanê de, Kayereş, Robî Riwal, Bin Latan û Hewreben yên ser bi Herêma Biradostê topbaran dike.

Heya vê kêliyê jî topbarana artêşa Tirk ya li ser herêmê dewam dike.

Duh jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 15:00’an de Çiyayê Bolê, Bawemer, gundê Bêrkim ên ser bi Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ve bombebaran kirin.