Li Kabulê li nêzî perestgehekê teqîn çêbû

Li paytexta Efganistanê Kabulê vê sibehê li nêzî perestgeheke pêkhateya Sîx teqîn çêbû.

Li Kabulê li nêzî perestgehekê teqîn çêbû
18 hezîran, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên AFP'ê, vê sibehê li Kabulê nêzî perestgeheke Sîxan a li paytexta Efganistanê Kabulê teqînek çêbû.

Ji lîderên taîfeya Sîx li Kabulê Gurnam Sing got: "Min dengê guleyan û teqînan ku jêdera wan perestgeha Sîx e bihîst."

Sing ji Reutresê ji re got: “Derdora 30 kes di perestgehê de bûn. Em nizanin çend sax mane û çend hatine kuştin, ji ber ku Talîban nahêle em bikevin perestgehê û em nizanin ka çi bikin.”

Heta niha tu aliyekî teqîn negirtiye ser xwe.

Sîx li Efganistanê pêkhateyeke olî ya biçûk e, beriya ku welat bikeve destê Talîbanê, derdora 300 malbatan lê hebûn, lê piştre gelek ji wan ji welat derketin.

(dm)