​​​​​​​Rêveberiya Xweser êrişa li Kelarê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişa balafira bêmirov a biçek a dewlet aTirk a dagirker li dijî erebeyekê li herêma Kelar a Silêmaniyê ku di encamê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî şehîd bû, şermezar kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser êrişa li Kelarê şermezar kir
18 hezîran, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

:Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye

"Duh li parêzgeha Silêmaniyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ku ji bo nexweşiya xwe çûbû wir, kir armanc û di encamê de şehîd bû. Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û li hember vê karê terorî helwesta xwe nîşan bidin. Dewleta Tirk a dagirker bi şehîdxistina Ferhad Şiblî xwest Rêveberiya Xweser derbe bike û gel qir bike. Li ser vê em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li ser dewleta Tirk a dagirker bike ji ber ku serweriya dewletan binpê dike û îstiqrara herêmî têk dibe, ku li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî yê di Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin.

Na ji dijminê demokrasî û azadiya gelan re."

 (eh)