Jinên DAIŞ`î agahiyên xeter li ser têkiliyên çeteyan û Tirkiyê eşkere kirin

Jinên DAIŞ`î eşkere kir ku rêxistina IHH'ê ya tirkî revandina malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koordîne û hêsan dike.

Jinên DAIŞ`î agahiyên xeter li ser têkiliyên çeteyan û Tirkiyê eşkere kirin
12 hezîran, 2022   05:27
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

20`ê Gulana borî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kes (jin û zarok) ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Fas û Rûsyayê bûn, dema hewl didan ji Kampa Holê birevin herêmên dagirkirî, li bajarê Minbicê girtin.

Hewldana revana çeteyan a ji Kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî lê hene, hemwextî zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê tê.

Ji DAIŞ`iyên hatine girtin Fatîma Zehra Tilêwan û Sara Mehrîr aliyê ku revandina wan ji Kampa Holê hêsan kir, aliyê ku hewl didan xwe bighînin wan eşkere kirin.

Fatîma Zehra Ebdulhefîz Tilêwan (17) ji Fasê ye eşkere kir k, pêwendî bi hevaleka Um Meysa ya DAIŞ'î ku li Idlibê dimîne, danî û bi rêya wê xwe dighîne qaçaxçiyê bi navê Ebû Bender da ku wê ji kampê birevîne.

Fatîma Zehra Tilêwan têkildarî hewldana revandina wê, navên sextet bi kar tîne, wiha axivî: "Ji dema ku gihaştim kampê ve di sala 2019`an de min hewl da pêwendiyê bi hevalên xwe re di nava rêxistina DAIŞ`ê de bikim. Ji wan jî hevala min a bi navê Um Meysa ku li bajarê Idlibê dijî. Piştî min pêwendî pêre danî,  ji min re derfet peyda kir ku pêweniyê bi qaçaxçiyekî re ku bi navê Ebû Bender tê naskirin deynim da ku min ji kampê derxîne û me bigihîne Tirkiyê."

Fatîma Zehra Tilêwan  destnîşan kir ku revandina wê ji kampê ber bi xaka Tirkiyê ve piştî lihevkirina bi Ebû Bender re ku 18 hezar dolar werbigre pêk hat û wiha domand: "Ez ne bi tenê bûm. Roja em derketin min 6 kes ji jin û zarokên ji Fas û Rûsyayê dîtin ku li hêviya derketina ji kampê bûn."

Girêdayî çawaniya revandina wê û cihê ku dê ber bi wî ve biçûya Fatîma Zehra Tilêwan  ev tişt eşkere kir: "Em bi rêya erebeya veguhestina çopê ji kampê derketin. Em di gundên Hesekê û Reqayê re derbas bûn. Me xwe di gelek malên herêma di navbera kampê û Reqayê de veşart û di malekê li bajarê Minbicê de hatin girtin. Min dixwest xwe bighînim Serêkaniyê."

Sara El-Mehrîr ku ew jî ji Fasê ye, hewl da ber bi Idlibê ve bireve û bi heman komê re hate girtin.

Girêdayî çawaniya peydakirina pereyan, Fatîma El-Zehra  Tilêwan  diyar kir ku rêxistina IHH'ê ya tirkî di warê madî de alîkariya wan kir da ku ji kampê birevin, her wiha alîkariya jinên li kampê dike ku qaçaxçiyan yan jî pereyan ji wan re peyda bike da ku bighêjin herêmên hebûna rêxistinê. Fatîma bi vê yekê îşaret bi herêmên Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, kir.

Îman  El-Mehrîr jî ya ji Fasê eşkere kir ku rêxistina IHH'ê  ji rêxistinên ku alîkariya wan kir da ku ji kampê birevin û ber bi herêmên dagirkirî ve biçin.

IHH'ê yek ji rêxistinên Tirkiyê ye ku bi navê "Saziya Mafên Mirovan, Azadî û Alîkariyê" tê naskirin, lê wekî rêxistineke ne hikumî xwe  bi nav dike. Lê di warê alîkariya mirovî, mafên mirovan, diplomata mirovî de li zêdetirî 100 dewletan dixebite. Di sala 1992`an de li Stenbolê hatiye damezrandin û di sala 1995`an de weke rêxistineke alîkariyên mirovî ku navenda wê li Stenbolê ye hatiye ragihandin.

 (bx)

ANHA