​​​​​​​Kurdyar Dirêî: Tevlêbûna PDK`ê di şerê giştî li dijî gerîla de li ser Kurdistanê metirsiyeke mezin çêdike

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê teqez kir ku ketina PDK'ê di şerê giştî li gerîla de dê bibe metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê, bi taybet Beşûrê û destnîşan kir ku qonaxa heyî ji qonaxa bangewaziyên ji bo PDK'ê derbas bûye û êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê li hember vî şerî helwesteke cidî nîşan bide

​​​​​​​Kurdyar Dirêî: Tevlêbûna PDK`ê di şerê giştî li dijî gerîla de li ser Kurdistanê metirsiyeke mezin çêdike
12 hezîran, 2022   01:50
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji 17 'ê Nîsanê û vir ve ji Avaşînê heta Metînayê bênavber êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê pêk tîne. Şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekser tev lê bûye, berxwedaneke çarenûsî nîşan didin.

HPG`ê di 6 'ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku desteka PDK'ê ya ji bo dagirkeriya Tirk gihîştiye astên nû ku planên dewleta Tirk pêk tîne ku hewl dide şer veguherî şerekî di navbera kurdan de. HPG`ê daxuyaniya xwe wiha domandibû: "Divê were zanîn ku tevlêbûna PDK'ê ya bi vî rengî di şerê li dijî hêzên me de li Metînayê, wê di wê herêmê de sînordar nemîne, lê belê tê wateya şerekî giştî."

Di daxuyaniya xwe de HPG`ê bang li hêzên siyasî, rewşenbîr, hunermend û saziyên netewî yên Başûrê Kurdistanê û hemû hêzên Kurd kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û ji bo sînordarkirina êrişeke bi vî rengî bixebitin.

`AVAKIRINA PROJEYA OSMANIYA NÛ`

/kr/uploads/files/2022/06/11/173347_-.webp

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kurdyar Dirêî têkildarî mijarê wiha got: "Avakirina projeya osmaniya nû û vegerandina hemû herêmên ku xîlafeta osmaniyan di dîrokê de dagir kirine, yek ji armancên girîng ên dewleta Tirk a dagirker e. Ew dixwaze herêmên Rojava heta bakurê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê tev li erdnîgariya Tirkiyê bike."

Dirêî diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê berdewama projeya osmaniya nû ye û wiha pê de çû: "Tekane astengiya ku nahêle dewleta Tirk di pêvajoya heyî de bighêje armanca xwe, Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, ne tevgerên biçûk ên Kurdan an jî êl û malbat. Li Rojava Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî hene û li pêşiya pêkanîna vê projeyê bend in."

Her wiha got: Dewleta Tirk a dagirker ji bo vê projeya dagirkirinê pêk bîne, hemû derfetan bi kar tîne. Bi hiceta terorê dixwaze Kurdistanê dagir bike û Kurdan bi giştî qir bike.

`PDK`Ê XWE BI XWE DIKUJE`

Dirêî balkişand ser tevlêbûna PDK`ê di şerê li dijî gerîla de li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha berdewam kir: "Beriya damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), xeyalên Kurdan hemû bi şoreşên li Başûrê Kurdistanê yên bi serkêşiya Mistefa Barzanî ve girêdayî bûn, lê niha PDK`ê ji bo ku xwe li hin herêmên wekî Hewlrê,Duhok û Silêmaniyê biparêze bi dewleta Tirk re hevkariyê dike."

Dirêî daxuyand ku dema PDK`ê pêşmergeyan tev li şerê li djî gerîla de da ku Herêmên Parastinê yên Medyayê doprêç bike, “xwe bi xwe dikuje” û dema dewleta Tirk a dagirker gef li herêmên Rojava dixwe PDK`ê hevkariyê pê re dike.

`PÊVAJOYA HEYÎ ASTA BANGEWAZIYAN DERBAS KIR`

Kurdyar Dirêî hişyar da ku heke PDK`ê tev li şerê li dijî gerîla bibe, dê li ser Kurdistanê metirsiyeke mezin çêke û ev li gotina xwe zêde kir: "Eger dewleta Tirk karibe Tevgera Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastina yên Medyayê têk bibe û hemû herêmên li Rojava dagir bike, wê dagirkirina Başûrê Kurdistanê di qonaxa duyemîn de be."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kurdyar Dirêî diyar kir ku qonaxa heyî asta bangewaziyan derbas kiriye ku PDK`ê hevkariya xwe bi dewleta Tirk re rawestîne û wiha got: "Êdî dem hatiye ku hemû gelê Kurdistanê, bi taybet Başûrê Kurdistanê li hember vê yekê helwesteke cidî nîşan bidin û çarenûsa xwe saz bikin, yan bi azadî bijîn an jî wek koleyên dijmin bijîn."

`KURD WÊ QEBÛL NEKIN HEMAN DÎROK DUBARE BIBE`

Der barê helwesta gelê Kurd Dirêî wiha nêrîna xwe parve kir: "Dîrok wê careke din xwe dubare neke û kesên hevkarî bi dijmin re kirine efû neke, ji ber ku Kurd wê qebûl nekin ku projeya Tirk a nû li ser axa Kurdistanê pêk were. Ji ber ku îro hêz û tevgereke wan a bi navê Tevgera Azadiya Kurdistanê heye ku wan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêze."

`BINPÊKIRINÊN WÎ LI SER BAŞÛRÊ XETER IN`

Di berdewama axaftina xwe de Dirêî wiha got: "QSD, YPG û YPJ`ê li Rojava bê ku ferq û cudahiyê bixin di navbera pêkhateyan de ji bo azadiya hemû gelan tê dikoşin û di encama tirsa dewleta Tirk ji vê projeyê heye ji ber wê bi awayekî hovane û barbarî û bi domdarî êrişî herêmê dike.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ji partiyên siyasî yên Kurdistanê daxwaz kir û got: "Divê aliyên siyasî bizanin ku binpêkirinên PDK`ê wê ne di berjewendiya Kurdan de bin û xizmeta pêşeroja Başûrê Kurdistanê yan jî Kurdistanê bi giştî nake. Divê PDK`ê jî ji bo pêşeroja Kurdan bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re hevkariyê bike û bi şervanên azadiyê re yekitiya xwe ava bike. Ji ber berdewamkirina hevkariyê bi dewleta Tirk re û tev li şerê li dijî şervanên azadiyê bibe, xeteriyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê çêdike."

(şx)

ANHA