Salîha Aydenîz: Azadiya birêz Ocalan misogeriya demokratîbûna Tirkiyê ye

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Salîha Aydenîz bang li tevahî gelên li Tirkiyê kir ku beşdarî 'Meşa Gemlîkê ya Mezin’ bibin û got: "Azadiya birêz Ocalan misogeriya demokratîbûna Tirkiyê û azadiya gelê Kurd û demokratîbûna Rojhilata Navîn e."

Salîha Aydenîz: Azadiya birêz Ocalan misogeriya demokratîbûna Tirkiyê ye
12 hezîran, 2022   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Bi hezaran kurdistanî amadekariyên beşdarûbna 'Meşa Gemlîkê ya Mezin" dikin ku dê îro Yekşemê 12'ê Hezîranê bi diruşma “Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê, ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” were lidarxistin.

Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye. Li dijî wî tecrîdeke giran tê meşandin. Hevdîtina herî dawî ya rêbertî bi derve re di 25'ê Adara 2021'an de pêk hatibû ku bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû. Ji wê demê ve agahî jê nayên girtin.

Dewleta Tirk bi hinceta cezayên disipline, 12'ê Cotmeha 2021'an de 6 meh cezayê qedexeyea hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re birî. Beriya ku dema ceza bi dawî bide di 13'ê Nîsana 2022'an cezayê qedexeya hevdîtinê 6 meh din dirêj kir. Beriya wê jî bi hinceta spora meşê cezayên din bir.

Her çiqas ku parêzer serî li Dozgeriya Giştî ya li Bursayê û rêveberiya girtîgehê didin da ku muwekilê xwe bibînin, lê daxwazên wan tên redkirin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dibe.

Bi banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û MED TUHAD-FED’ê Meşa Gemlîkê ya Mezin' ragihand. Meş wê îro Yekşemê 12'ê Hezîranê dest pê bike.

Meşa yekemîn a Gemlîkê 2005'an, ya duyemîn 9'ê Cotmeha 2011, ya sêyemîn 1'ê Tebaxa 2015'an ji Amedê ber bi Gemlîkê ve, ya çaremîn 15'ê Sibata 2016'an ji Bursayê ber bi Gemlîkê ve hate lidarxistin. Ya pêncemîn jî îro bi diruşma “Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê, ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” li dar dikeve.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Salîha Aydenîz ji ANHA'yê re axivî.

Salîha Aydenîz di destpêka axaftina xwe de armanca birêxistinkirina vê meşê diyar kir û got: "Di salên dawî de tecrîda li ser birêz Ocalan giran bûye, cezayên discipline lê dibirin. Ji 23 salan ve tecrîd li ser birêz Ocalan tê meşandin û ji sala 2015'an ve girantir bûye."

Salîha Aydenîz wiha domand: "Ji 25'ê Adara 2021'an ve der heqê birêz Abdullah Ocalan de tu agahî nîne û ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve jî bi ti awayî hevdîtin bi wî re nehatiye kirin. Ev yek gelê Rojhilata Navîn dixe nava fikaran. Li Tirkiyê her çiqas tecrîda li Îmraliyê giran bibe, fişar li ser siyasetmedaran zêde dibin, aloziyên aborî û civakî girêktir dibin. Ev siyaseta şer e ku rejîma desthilatdar pêk tîne ku beyî wê nikare desthilata xwe berdewam bike. Ji ber wê em dibînin ku modela tecrîdê li tevahiya Tirkiyê pêk tê."

`TECRÎD JI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR LÊ DI HEMÛ GIRTÎGEHAN DE TECRÎD HEYE`

Salîha Aydenîs wiha pê de çû: "Rast e ku li Îmraliyê tecrîd hatiye destpêkirin, lê belê hemû girtiyên li Tirkiyê di nava tecrîdeke giran de ne û li Tirkiye jî ev yek pêk tê. Ji ber vê yekê divê em li dijî vê tecrîdê tê bikoşin da ku em ji van aloziyan derkevin û ji vir girîngiya birêxistinkirina meşa 12 'ê Hezîranê tê.”

`MEŞA 12`HEZÎRANÊ GIRÎNG E`

Salîha Aydeniz balkişand ser girîngiya meşa dê 12`ê Hezîranê bê lidarxistin û wiha got: "Eger li Îmraliyê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin, em nikarin krîza ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dikişîne, bişkînin û polîtîkayên şer ên li ser çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin têk bibin bikin. Ji ber birêz Ocalan ji bo çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn û doza gelê Kurd çare pêşkêş kir. Li ser vê bingehê em hewl didin tevlêbûna di meşê de, xuttir bikin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan neyê şikandin, wê rejîma desthilatar a li Tirkiyê, firehtir bibe, azadiya birêz Ocalan ji bo misogerkirina azadiya Kurdistanê û demokratîbûna Tirkiyê pêwîstiyeke lezgîn e."

Her wiha Salîha Aydenîz der barê taybetmendiya vê meşê de wiha axivî: "Ji bo azadiya birêz Ocalan gelek meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê tişta ku vê meşê ji yên din cuda dike ew e ku meşên berê tenê bi gelê Kurd sînordar bûn û azadiya wî tenê daxwaza Kurdan bû, lê îro hemû gelên Rojhilata Navîn tevî gelê Tirk êdî bi felsefeya birêz Ocalan bawer dikin ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û modeleke pêbawer e ku Rojhilata Navîn ji aloziya wê xilas bike. Êdî azadiya Ocalan bûye daxwaza wan jî. Ji lewra îro hemû gelên cîhanê ji bo mîsogerkirina azadiya birêz Ocalan tê dikoşin û îmzeyan ji bo wî kom dikin. Ji ber vê, ev meş ji yên din cuda ye."

`HEWL DIDIN LI SER HESABÊ DOZA KURD PERGALEKE DESTHILATDAR LI TIRKIYÊ BIAFRÎNIN`

Her wiha Salîha têkildarî siyasetên çewisandinê yên AKP`ê li Bakurê Kurdistanê dimşîne got: "Di 1' ê Hezîranê de me daxuyaniyeke hevbeş ji bo tevlêbûna meşa mezin weşand. Piştre girtin li dijî siyasetmedaran zêde bû. Em dizanin ku di 6 salên dawîn de li Bakur Kurdistanê ev operasyon nesekinîne, AKP`ê bi girtina siyasetmedarên Kurd hewl dide destketiyên gelê Kurd têk bibe. Ji bilî domandina polîtîkayên çewisandinê ti tişt li pêşiya wan nemaye bike."

Salîha îşaret bi hewldanên afirandina pergaleke desthilatdar bi serkêşiya AKP û MHP`ê kir û got: “Ev yek li ser hesabê doza gelê Kurd û ji bo berdewmkirina siyasetên şer û girankirina tecrîdê ye.”

`DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBER TECRÎDÊ SERÎ HILDE`

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Salîha Aydenîz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên li Tirkiyê kir ku ji bo şikandina tecrîdê têkoşînê mezin bikin û got: “Eger azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were û tecrîd bi ser nekeve, pergala desthilatdar a AKP û MHP`; wê têk biçe, lewma divê hemû gelên li Tirkiyê têkoşîna xwe ya ji bo rakirina tecrîdê bikin yek û hemû akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr û demokrat beşdarî vê meşê bibin. Ji ber ku azadiya birêz Ocalan demokratîbûna Tirkiye, azadiya gelê Kurd û demokratîbûna Rojhilata Navîn misoger dike."

ANHA