Sendîkaya 175 salî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî-BFAWÛ, di konferansa xwe ya bi tevlêbûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Sendîkaya 175 salî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
9 hezîran, 2022   10:32
NACENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan a 16 sendîkayên nûneriya bi milyonan karkirên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin, her ku diçe berfereh dibe. Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî- BFAWÛ ya ji sala 1847‘an heta bi niha di nav tevgera sendîkayî de çalak e, bi konferansa xwe ya bi tevlîbûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Seroka Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley a xîtabê bi sedan delegeyên tevlî konferansa li bajarê Hastîngs ê Îngilistanê bûn kir, diyar kir ku ew  bi kirina piştgiriya bi aktîvî ya Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şanaz in û got ku  Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bi tevgera azadiyê ya bi fikirên xwe li Rojhilatê Navîn bi pêş de biriye hêj jî hêvî ye ji bo mirovahiyê.