​​​​​​​Mistefa Emîn: Ji bo DAIŞ'ê were têkbirin, divê Tirkiyê ji herêmên dagirkirî were derxistin

Lêkolînerê kar û barên komên îslamî yên cîhadîst Mistefa Emîn rêbazên bidawîkirina dosyaya çeteyên DAIŞ'ê diyar kirin û anî ziman ku ji rêbazên sereke; derxistina dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî ye û cezakirina kesên ku destekê didin DAIŞ'ê û wan perwede dike ye.

​​​​​​​Mistefa Emîn: Ji bo DAIŞ'ê were têkbirin, divê Tirkiyê ji herêmên dagirkirî were derxistin
9 hezîran, 2022   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Ji dema ku çeteyên DAIŞ'ê di aliyê erdîngarî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye têkbirin ve, civata navneteweyî, di serî de Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA'yê ji erkên xwe yên li hemberî DAIŞ`iyên girtî yên di girtîgehên QSD'ê de û malbatên wan ên li Kampa Holê direve. Nemaze hebûna wan bi taybet a îdeolojî li ser tevahî cîhanê xeter e.

Li gorî daneyên li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di girtîgehên QSD'ê de derdora 12 hezar DAIŞ'î hene û derdora 60 hezar malbatên wan li Kampê Holê ne.

Dibe ku sedema paşguhkirina dosyaya çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî ve ew e ku dewletên ku di hemû aliyan de destek dane DAIŞ'ê di serî de dewleta Tirk a dagirker neyên eşkerekirin. Dewleta Tirk sînorê xwe ji bi hezaran biyaniyên ku tev li DAIŞ'ê bûne vekir û herêmên dagirkirî kir navendên çeteyan ku bi domdarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku DAIŞ'ê careke din komî ser hev bikin û wan bi rêxistin bike.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt di hevpeyvîna 3'yê Hezîranê ya li gel ajansa me de diyar kir ku şaneyên DAIŞ'ê sûdê ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire da ku careke din xwe bi rêxistin bikin. Fener El-Giêt anî ziman ku divê bi lez civata navneteweyî û Yekitiya Ewropayê bikevin tevgerê û dosyaya DAIŞ'ê çareser bikin ku li ser herêmê û tevahî cîhanê xeter e.

Di dawiya 2020'î de, li Tirkiyê di gelek depoyên çekan de teqîn pêk hatin. Malpera "Nordic Monitor"  a Siwdê belgeyên ku sedema rastî ya li pişt van teqînan eşkere dike, weşand.  Malperê ragihand ku teqîn hatibû plankirin da ku şopên çekên ku hikumeta Erdogan dane çeteyên DAIŞ'ê werin îmhakirin.  Her wiha destnîşan kir ku çeteyan çek û cebilxane û madeyên çêkirina gaza sarîn a jehrê ji Tirkiyê wergirtiye.

Piştî têkbirina DAIŞ'ê di aliyê erdîngarî de, belgeyên têkiliyên xurt ên di navbera rejîma Tirk û çeteyên DAIŞ'ê de bêtir eşkere bûn. Herêmên dagirkirî ji wan çeteyan re bûn cihên ewle, her wiha bûn navenda plan û pêkanîna êrişan li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li ser vê yekê endamê şaneyeke hevbeş a Tirkiyê û çeteyên DAIŞ'ê  bi navê Mistefa Mihemed El-Mehmûd di 7'ê Hezîranê de  ji ANF'ê re beşdarbûna xwe di gelek teqînên li bajarê Reqayê de eşkere kir. Ev çeke ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.

Lêkolînerê kar û barên komên îslamî yên cîhadîst Mistefa Emîn diyar kir ku dosyaya çeteyên DAIŞ'ê ya herî xeter e û got: "Di şeş salên dawî de gelek bûyerên xeter rû dane, ya herî girîng kuştina lîderê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm El-Haşimî ye. Piştî kuştina wî xelîfeya nû Ebû Hesen El-Haşimî hate hilbijartin ku hewl da stratejiya rêxistinê pêş bixe û wîlayetên lawaz aktîv bike. Li ser vê yekê rêxistinê operaysonên berfireh çi li Sûriyê an jî Iraqê an jî herêmên navîn û rojavayê Afrîkyayê be pêk anîn."

'JI DESTPÊKA DAMEZIRANDINA DAIŞ'Ê VE, TIRKIYÊ DESTEKÊ DIDE WÊ'

Lêkolîner Mistefa Emîn bal kişand ser piştevaniya dewleta Tirk a dagirker a bi çeteyên DAIŞ'ê re û bi bîr xist ku dewleta Tirk sînorê xwe li pêşiya bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê re vekir ew derbasî Sûriyê kirine, desteka lojîstîk, madî û îstîxbaratî pêşkêşî wan kirin. Her wiha got: "Ji destpêka damezirandina DAIŞ'ê ve, destê Tirkiyê di destekdayîna DAIŞ'ê re heye, li bajarê Mûsilê  peyman bi rêxistina DAIŞ'ê re îmze kir, ku endamên wê yên diplomatîk serbest berde, her wiha sînorê xwe li ber çeteyên ji tevahî cîhanê re vekir ku derbasî Sûriyê û Iraqê bibe. Ev yek eşkere bû."

Mistefa Emîn da zanîn ku destekdayîna Tirkiyê ya bi DAIŞ'ê re hişt ku DAIŞ'ê berfireh bibe û belav bibe.

' Helwesta civaka navneteweyî ya li hemberî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê BARBAR E'

Têkildarî helwesta civata navneteweyî ya li hemberî destekdayîna Tirkiyê bi DAIŞ'ê re Emîn got, ev helwest barbar e û wiha domand: "Tirkiyê bi rêya kaxeza penaberan civata navneteweyî tehdîd dike. Civata navneteweyî jî tu helwestên zelal li hemberî Tirkiyê nagire. Diviyabû ku cezayan li rejîma Tirk bibire û kesên ku destekê dide wan çekdarên di hundirên Sûriyê de ceza bike ji ber ku sûcên domdarî li bakurê Sûriyê pêk tînin. Her wiha herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ji wan re kirine spartgeh da ku bimînin û belav bibe û endamên rêxistina DAIŞ'ê xwe lê veşêrin."

Emîn destnîşan kir ku civata navneteweyî di vê mijarê de kêmasiyeke mezin dike û wiha axaftina xwe domand: "Civata navneteweyî ne kutleyeke, lê gelek alî tê de hene, her aliyek berjewendiyên wê bi Tirkiyê re hene. Di encamê de darizandina Tirkiyê mijareke zehmet e. Amerîka di vê  mijarê de gelek hewldan kir, lê bi ser neketin. Rejîma Tirk rejîmeke  manipulative e, peymanan îmze dike, sûdê ji nakokî û aloziyên di civata navneteweyî û herêmê de digire."

'DAIŞ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI XWE SPARTGEH GIRTIYE'

Mistefa Emîn îşaret pê kir ku çeteyên DAIŞ'ê herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji xwe re spartgeh girtine û wiha got: "Kuştina lîderê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî û yê piştî wî Ebû Îbrahîm El-Qureşî li Barşiya û Etmê vê yekê îsbat dikin. Herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne cihên desteka lojîstêkê. Her wiha ji komên çete yên din ên wekî Heyet Tehrîr El-Şam û artêşa niştimanî ya Sûriyê bûne cihê jiyaneke xweş. Ev hemû dihêlin ku rêxistina DAIŞ'ê belav bibe û li herêmên bejahî yên Sûriyê (Badiya) û hermên li beramberî QSD û rejîma Sûriyê berfireh bibin. "

Têkildarî rêbazên bidawîkirina dosyaya çeteyên DAIŞ'ê û xeteriya wan, lêkolîner Emîn anî ziman ku ji civata navneteweyî tê xwestin ku bi rêya çalakiyên leşkerî an jî qanûnên navneteweyî Tirkiyê ji herêmên dagirkirî derxînin, her wiha got, ji Yekitiya Ewropayê tê xwestin ku tevahî danûstaninên bi rejîma Tirk re rawestînin û zextê lê bikin.

Mistefa Emîn diyar kir ku dosyaya DAIŞ'ê gelekî bi girêk e û got, bi hezaran çete di girtîgehên QSD'ê de hene, bi hezaran malbatên wan di kampan de hene, divê civata navneteweyî tevahî destekê pêşkêşî QSD'ê bike da ku mîna bûyerên ku li girtîgeha Sînaayê çêbûne, dûbare nebin.

Her wiha lêkolîner Mistefa Emîn îşaret pê kir ku divê civata navneteweyî bi rêya Neteweyên Yekbûyî ji bo DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan qanûnan binivisînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mijar gelek tedbîran dixwaze, lê mixabin, civata navneteweyî kêmekî jî pêk nayîne. Dosyaya DAIŞ'ê bi girêk e û pirsgirêkeke mirovî ye. Ev pirsgirêka bi xwîne  heger niha gefê li cîhanê naxwe wê di demeke dûr de bixwe."

ANHA