‛Em xwe ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî amade dikin’

Yek ji fermandarên QSD`ê di civîneke rûspiyên eşîrên herêma Firatê de, da zanîn ku ew xwe ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî amade dikin.

‛Em xwe ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî amade dikin’
5 hezîran, 2022   12:09
KOBANÊ

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Sirînê bi beşdariya bi dehan rûspiyên eşîrên herêma Firatê li dar ket. Di civînê de beşdaran li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên xwe destnîşan kirin.

Destpêka civînê ji fermandarê QSD`ê Hisên Koçer îşaret bi rewşa herêmê û gefên dewleta Tirk a dagirker û mekanîzmeyên bersivdayînê kir.

'EM JI TU DESTHILATÊN DIXWAZIN VÊ HERÊMÊ DAGIR BIKIN RE SERÎ NATEWÎNIN'

Hisên Koçer wiha axivî: "Gel di pêvajoya şerekî de ye ku jê tê xwestin hevgirtî be û xwe li ser parastina hebûnê bi rêxistin bike. Em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em ji tu desthilatên ku dixwazin vê herêmê dagir bikin re serî natewînin û li hember çi êrişan bê deng namînin."

Koçer ev pirs kir: "Gelo çima heta niha tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dikin û wî ji mafên rewa bê par dikin? Rêber Ocalan bi fikrê xwe gelê herêmê pêş xist û sîstemên desthilat ji vê zanebûnê ditirsin, lewma dem hatiye em li dijî sîstema faşîst bisekinin."

‛DIVÊ HEMÛ JI BO PARASTINA ÇANDÊN HERÊMÊ AMADE BIN’

Koçer bi domdarî got: "Bi navên gelek rêxistinan em dorpêç kirin, her wiha di bin navên cuda de jî xwestin me bikujin, heta hikumeta Şamê jî li dijî vîna gelê herêmê sekinî û israra desthilatê kir û vê yekê Sûriyê wêran kir. Li ser vê yekê divê her kes ji parastina çanda herêmê re amade be."

Hisên Koçer di dawiyê de got: "Em niha amadekariya rizgarkirina herêmên xwe yên Erdogan dagir kirine, dikin."

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên QSD`ê ya Herêma Firatê Mistefa Balî axivî û got: "Rejîmên herêm îdare kir, gel xist bin hakimiyeta xwe da ku bi hêsanî kontrol bike. Mirovahî li Rojhilata Navîn dest pê kir, lê îro ev herêm azarên wan rejîman dikişînin ku hewl didin gelên herêmê têk bibin."

Piştî rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê hatin nîqaşkirin, rûspiyê eşîra El-Ewin Hazim Hemdan bi navê rûspiyên eşîrên herêma Firatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li NY`yê û Meclisa Ewlekariyê hate kirin ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker rawestînin û ew li hemberî van êrişan piştgiriya QSD`ê dikin.

(eh)

ANHA