Li Til Temirê civînek li ser rewşa dawî û rewşa Kurdistanê hate lidarxistin

PYD’ê ji şêniyên Til Temirê re pêşketin û pêşdeçûnên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qada Kurdistanê şîrove kir, her wiha bal kişand ser şerê taybet ê li dijî herêmê pêk tê.

Li Til Temirê civînek li ser rewşa dawî û rewşa Kurdistanê hate lidarxistin
5 hezîran, 2022   12:46
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Temirê ya Hesekê civînek ji şênî û bajarokên wê û endamên saziyên sivîl re li hola Xeyme ya li navenda navçeyê li dar xist, tê de pêşdeçûn û pêşketinên siyasî yên dawî nirxandin.

Artêşa Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber topbaran dike, bi taybet navçeya Til Temirê ya Hesekê.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ednan Kalo rewşa siyasî û pêşdeçûnên dawî li herêmê nirxand.

Kalo wiha got: "Dewletên hegemon her tim di şer û nakokiyên desthilatî û hikumdariyê de ne, hewl didin bi tenê cîhanê bi rê ve bibin. Wê yekê jî bi rêya çekkirin, kişandina hêz, dewlet û civakan ber bi xwe ve li ser hesabê gelên cîhanê ye û tu hesabê ji vîna wan re nakin."

Kalo besha siaysetên van dewletan ên hedefgirtina Rojhilata Navîn, jê jî Sûriyê kir û wiha domand: "Berdewama krîza Sûriyê ji ber nakokiyên wan dewletan e. Aliyên destwerdêr li Sûriyê heman dewletên astengiyê rê li pêş dîtina çareyan ji dozên Rojhilata Navîn re ne."

Ednan Kalo di nirxandina xwe de bal kişand ser siyasetên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca lawazkirina vîna gelan, pêkhateyên wê û projeya Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû: "Berdewama êriş û gefan berdewama wan siyaset, temamkirina projeyan ji bo neçarkirina civakan a pêkanîna rejîma dewletê ye."

Têkildarî şerê taybet ku li kêlek êrişên leşkerî û gefên çapemeniyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, Kalo destnîşan kir ku ev êriş û şerê taybet bi armanca reşkirina hêz û Rêveberiya Xweser in.

Der barê bûyerên li Başûrê Kurdistanê de jî, Kalo ev tişt got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê û hikumeta Iraqê hewl dide kurdan qir bike."

Ednan Kalo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me bi vê civînê re xwest bûyerên diqewin ji gelên herêmê re par ve bikin û balê bikişînin ser komployên ji hêla dijmin ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên wê."

(fr)

ANHA