Gerînendetiya Jîngehê ya Minbicê: Şer jîngeh xerab kir

Gerînendetiya Jîngehê ya Minbic û Gundewarên wê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li dar xist. Di panelê de li ser girîngiya parastina jîngehê û xebatên gerînendetiyê ji bo parastina jîngehê kirine hatin nîqaşkirin.

Gerînendetiya Jîngehê ya Minbicê: Şer jîngeh xerab kir
5 hezîran, 2022   12:24
MINBIC

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya li naverasta Minbicê hate lidarxistin, tê de endamên Komîteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê, saziyên taybet bi jinan li Minbic û gundewarên wê amade bûn

Hevesrokê Gerînendetiya Jîngehê ya Minbic û Gundewarên wê Ednan Fayiz panel bi rê ve bir, tê de li ser jîngeh û sedemên qirêjiya wê û xebatên gerînendetiyê ku du salên borî hatine pêkanîn, hatin nîqaşkirin.

Fayiz da zanîn ku Gerînendetiya Jîngehê ya li Minbicê di 14’ê Çileya 2019’an de hate damezrandin bi rêya avakirina parkan, sererastkirina peyarêyan û rêyan girîngiya mezin da şînkahiyê. Ji ber di dirêjahiya salên şer de bê ser û ber dar hatin birîn.

Fayiz piştrast kir ku şerê ji 10 salan ve ku bi xwe re azar, xerabkirina jîngeh, exlaq, çand, qutkirina daran û avêtina çopan aniye bandoreke yekser li ser jîngehê kir.

Ednan Fayiz di panelê de xebatên gerînendetiyê di salên borî de li Minbicê kirine nirxandin û wiha got: "Sendoqên çopê li bajêr hatin belavkirin, şewatgeha çopên tibî hatin avakirin, çavdêrî li ser reşandina dermanên taybet bi laşmanya hate kirin."

Fayiz wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gerînendetiyê parka giştî, parka Spêns, parkên Mensûra û Selam sererast kirin, parkek li gundê Yasitê ava kir, şitilgeha çandiniyê ava kir. Dar li keviyên geliyan çandin. Çavdêrî li ser xebat û avakirinên kargehên pîşesazî kir, hewl da zanabûyîna jîngehê li meclis, xet û dibistanan belav bike."

(fr)

ANHA