Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 100 moşekî gelek bajarokên li çiyayê Zawiya yê li başûrê Idlibê ku tê de baregeh û nuqteyên dagirkeriya Tirk hene topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê topbaran kir
5 hezîran, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 100 moşekî hawîrdor, gundê Bênîn, gundê Riwêha yên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin. Li wan herêman nuqte û baregehên dagirkeriya Tirk hene. Lê tu agahî li ser kuştî û birîndaran nehat dayîn.

SOHR’ê destnîşan kir ku duh 20 erebeyên leşkerî ya hêzên dewleta Tirk a dagirker di deriyê Kefer Losîn a li bakurê Idlibê re derbas bûn û ber bi nuqteya dewleta Tirk a dagirker a li Mestûma ve çûn.

(fr)