Kongra Star a Helebê sûcên tirkiyê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Kongra Star a Helebê êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û NY’yê kir ku ji bêdengiya xwe li hember sûcan derkevin.

Kongra Star a Helebê sûcên tirkiyê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
5 hezîran, 2022   11:05
HELEB

Ji rêzeçalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê Kongra Star a Helebê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Kongra Star a Helebê Hesne Tabone bi amadebûna bi dehan endamên kongrayê li pêş Komîngeha Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyasetên dijminane li dijî welatiyên li herêmê û destwerdana li karûbarên Rojhilata Navîn û bêdengiya navneteweyî li hember van hemû sûcan hatin şermezarkirin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên binpêkirina qanûn, mîsaq û peymanên agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Ji ber hîna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Til Temir, Şehba, Avaşîn û Zapê berdewam in.

Konra Star bang li civata navneteweyî, NY’yê û aliyên têkildarî dosyaya mirovî kir ku bi erkên xwe li hember sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, rabin, projeyên wê yên mêtîngeriyê bi dawî bikin û bi taybet guhartina demografî.

(dm)

ANHA