Komîteya Parastina Kurdistanê bikin "DEFEND KURDISTAN" seferberiya gitşî li dijî Tirkiyê ragihand

Komîteya Parastina Kurdistanê bikin" DEFEND KURDISTAN" banga serferberiya giştî ya cîhanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê di 11’ê vê Hezîranê de kir. seferberî bi diruşma "Parastina Kurdistanê, parastina şoreşê bikin".

Komîteya Parastina Kurdistanê bikin "DEFEND KURDISTAN" seferberiya gitşî li dijî Tirkiyê ragihand
5 hezîran, 2022   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, Komîteya "Parastina Kurdistanê bikin" a girêdayî Appia Yala (Amerîka Latîn) daxuyaniyek da, tê de bang li hemûyan kir ku di 11’ê Hezîranê de dakevin qadan, qonaxa şoreşgerî ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê hevgirtî bin.

Daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk ji 14’ê Nîsana 2022’yan ve êrişî Hêzên Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê dike. Hemwextî wê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Êrişên wê bi armanca kûrkirina plana xwe û dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Li kêlek wê jî Erdogan êrişî bajarên Rojava dike, bi taybet Kobanê ku êdî sembola berxwedanê ya li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst e.

Erdogan bi eşkere got ew ê siyaseta xwe ya dagirkirinê berdewam bike, ku sîstemeke jeosiyasî ya cîhanî ava bike. Hêzên navneteweyî û gelek dewlet şerê Rûsya ya li dijî Ukrayna şermezar dikin, lê li hember êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê li Kurdistanê bê deng in. Ev jî pîvana hêzên êrişkar nîşan dide ku berjewendî û nîqaşên dewletên hegemon bi hev re hene, ew jî derbekirina gelan e. Lê em vê yekê qebûl nakin.

Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar tîne, demografiya herêm diguhere, qirkirina etnîkî pêk tîne û sivîlan topbaran dike. Gelê Kurdistanê ne tenê li dijî duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê li ber xwe dide, lê belê li dijî xayîn û cîhadîstan jî li ber xwe dide.

Em bang li hemû kesên bi gelê Kurd re hevgirtî ne, dikin ku li dijî siyasetên împiryalîst û çewsîner ên dewleta Tirk di 11’ê Hezîrana 2022’yan de serî hilde, her wiha bang li civaka azad a li Kurdistanê dikin ku li ser bingeha jiyana jîngehî, demokrasî ya yekser û rizgarkirina jinê parastinê bikin."

(fr)