Şêniyên Qamişlo şehîd Mizgîn Botan û Kîsra Melek oxir kirin

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û cenazeyê kaesayeta welatparêz Kîsra Melek li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Şêniyên Qamişlo şehîd Mizgîn Botan û Kîsra Melek oxir kirin
Şêniyên Qamişlo şehîd Mizgîn Botan û Kîsra Melek oxir kirin
Şêniyên Qamişlo şehîd Mizgîn Botan û Kîsra Melek oxir kirin
Şêniyên Qamişlo şehîd Mizgîn Botan û Kîsra Melek oxir kirin
5 hezîran, 2022   10:16
QAMIŞLO

Di merasîma oxirkirina şehîd Rehîme Xezalê (Mizgîn Botan) û Kîsra Melek de ku di encama hedefgirtina balafireke bêmirov li ser rêya Sêgirka ya li rojhilatê Qamişloyê de şehîd bûn, şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî û endamên Kongra Star amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsêxan Gulo sersaxiya mabatên her du şehîdan xwest û got li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hevgirtî bin.

Şemsêxan Gulo wiha domand: "Balafirên Erdogan û êrişên wî vîna me naşikînin û em ê di berxwedana li ser xeta azadî, fikir û felsefeya rêber Ocalan de li ber xwe bidin. Em ê heta serkeftinê têkoşînê bilind bikin."

Li aliyekî din jî, yek ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan axivî û behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got armanca wê derbekirina vîna gelan û berxwedana li hember planên qirkirinê ye.

Zêdan soza xwe ya şopandina xeta şehîdan nû kir û got ew ê ji bo aştî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim amade bin.

Paşê wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA