​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2022
30 gulan, 2022   23:00

-Meşa dirêj ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dar xistiye, ji navçeya Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve diçe. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şehîd Ferec El-Sayil ê endamên Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê meşekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li Zapê bi bin ketiye, li Şengalê plana wê ya bi PDK’ê re bi ser neketiye û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ger hewldanekê bike dê rastî berxwedaneke gelekî mezin bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berpirsên Zanîngeha Firatê bi pêşeroja 30 hezar xwendekaran dilîzin, ew jî yan xwepêşandanan li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê  li dar bixin an jî fakulteyên wan veguhêzin Dêrazorê.

- Çalakvanên Ereb ên ji kantona Hesekê îşaret bi lehengiya HPG`ê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk kir û got ev yek dê projeya Osmaniya Nû bi çekên sivik têk bibe, her wiha teqez kir ku dê destekê bidin erka nîştimanî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûpsiyên eşîrên ereban ên kantona Hesekê diyar kir ku projeya dewleta Tirk a dagirker a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî binpêkirina serdestiya xaka Sûriyê ye. Rûspiyan bang li Komkara Dewletên Ereban kir ku li dijî vê projeyê tev bigere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de her tim şer, alozî, tevliheviya ewlehî heye ku welatî berdêla wan didin. Li ser vê yekê lêkolînerê sûrî Ehmed El-Dirzî got, rola îstîxbarata Tirkiyê di vî şerî û pevçûnê de heye ku welatiyên resen koçber bike.

ÇAND Û HUNER

- Piştî xebata salekê li Rojava yekemîn rêzefilmê bi navê Tava Sor hate derxistin û di demeke nêz de dê li ser Stêrk TV were weşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga piştgiriya gerîla kir û got, armanca dewleta Tirk a dagirker ne kontrolkirina çiyayên Kurdistanê ye, lê belê armanca wê têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye  û tevahî Rojhilata Navîn dagir bike.

ANHA