Li Helebê ciwanên şoreşger piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê vê êvarê meşek ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê li dar xist, di meşê de bi sedan ciwanên û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdar bûn.

Li Helebê ciwanên şoreşger piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
30 gulan, 2022   20:04
HELEB

Ji rêzeçalakiyên bi piştgiriya berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker, bi sedan ciwanan meşek li Helebê li dar xist.

Beşdar li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, alên HPG’ê, PKK’ê, alên tevgera ciwanan û wêneyên rêber Abullah Ciwanan hildan.

Her wiha beşdaran meşale û pankartên "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê", "Dem dema azadiyê ye" û "bimire dagirker" hildan.

Piştî beşdar li gelek kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyan, li pêş Parka Îstîqamê ya li taxa Eşrefiyê sekinîn.

/ar/uploads/files/2022/05/30/193300_shryfan-mhmd.webp

Li wir endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Şerîvan Mihemed îşaret bi xeteriya vê pêvajoya ku di ser gelê Kurd re derbas dibe kir. Ji ber artêşa Tirk a dagirker û alîgirên wê siyaseta qirkirinê li dijî gelan dimeşînin.

Şerîvan Mihemed da zanîn ku bijarteya herî guncaw li hember sûcên dewleta Tirk ku li pêş çavên cîhanê pêk tîne, bilindkirina têkoşînê ye.

Şerîvan Mihemed piştrast kir ku, heke hate xwestin, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê amade ne tev li berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla bibin.

Li dawiyê Şerîvan Mihemed got nexşeya şehîdên azadiyê nexşe kiriye heta pêkanîna hêviyên wan wê berdewam bike.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û banga bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA