Helîkopterên Rûsya carek din li asîmanê Şehbayê geriyan

Şeva din helîkopterên şer Rûsya li asîmanê kantona Şehbayê û eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re geriyan.

Helîkopterên Rûsya carek din li asîmanê Şehbayê geriyan
31 gulan, 2022   06:09
 ŞEHBA

Şeva din helîkopterên şer ên Rûsya bi awayekî nizim li asîmanê kantona Şehbayê geriyan. Di kêmî 24 saetan de ev cara duyemîn e ku helîkopterên Rûsya li asîmanê kantonê digerin.

Nûçegihanê me duh ragihandibû ku 6 helîkopterên Rûsya bi nizmî li asîmanê kantona Şehbayê difirin.

ANHA