MSD`ê civîneke fireh ji rûpsiyên Reqayê û Idlibê re li dar xist

MSD`ê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê û guhdarkirina pêşniyaran, civîneke berfireh ji rûspiyên êlên Reqa, Idlib û herêma Wista re çêkir. Di civînê de da zanîn ku pêwîstî bi hevgirtina pêkhateyan li hember êrişên li dijî ewlehiyê herêmê heye.

MSD`ê civîneke fireh ji rûpsiyên Reqayê û Idlibê re li dar xist
30 gulan, 2022   13:48
REQA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîn li hola civînan a meclisa li Reqayê li dar xist. Rûspiyên êlên Reqa, Idlibê û yên ji herêmên din ên Sûriyê koçber bûne û endamên meclisê tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Nivîsgeha MSD`ê Jiyan Mela axivî, erk û xebatên MSD`ê yên li ser astên siyasî û civakî pêk anîne, bi bîr xistin.

`DEWLETA TIRK DIXWAZE SÛRIYÊ DAGIR BIKE`

Jiyan Mela got: “MSD`ê di siyaseta xwe ya derve û hundir de, girîngî da berpirsyariya nîştimanî ku dikeve ser milê hemûyan bi taybet rûspiyan. Em di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibin. Gelek gef li ser herêmê hene bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku dixwaze herêmê dagir bike.” 

Jiyan Mela ji ber guhertina demografiyê ku li herêmê pêk tê hişyar da û got: Gelek xeter e."

`DIVÊ ÊL HEVGIRTINA XWE XURTTIR BIKIN DA KU BIGIHÊJIN ÇARSERIYEKE SIYASÎ`

Her wiha di civînê de endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zebiye El-Nasir axivî û got: “Êlan ji berê û heta îro ewlehiya xwe parast. Divê êlên herêmê ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û wê ji dagirkeriya Tirk biparêzin, hevgirtina xwe xurt bikin.”

Zebiye El-Nasir bal kişand ser berdêla dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê û got: “Gelê Sûriyê wê tenê winda bike. Ji ber gelek alî sûd ji vê yekê digirin. Ji bo wê jî divê em çareseriyeke bilez ji vê aloziyê re bibînin. Divê em bibin yek û xwedî biryarekê bin.”

`MSD JI DIYALOGÊ RE VEKIRÎ YE Û BI PIRRENGÎ Û NENAVENDÎBÛNÊ BAWER DIKE`

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Elî Rehmûn jî, destnîşan kir ku ev herêm berê û niha ji kongre û civînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li dar dikevin, hatiye dûrxistin, armanc jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Rehmû wiha pê de çû: “MSD`ê ji diyalogê re vekirî ye, bi pirrengiyê û nenavendîbûnê bawer e. Bi rûspiyan re em dikarin mafên xwe û ewlehiya herêmê biparêzin. Divê em û rûspiyên Reqa û bajarên din çareseriyeke siyasî ji herêmê re bibînin ku mafên sûriyan li ser astên neteweyî û olî diparêze û Sûriyeyeke demokratîk ava dike.”

Di dawiyê de Rehmûn got: “Dewleta Tirk gefa dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe. Divê em xeteriya vê dagirkirinê li ser herêmê û niyetên wê yên mêtinger fêm bikin.”

`PIŞTGIRIYA ÊLAN JI MSD Û QSDÊ RE`

Rûspiyan jî bi rêya parvekirina nêrînên xwe, pêwîstiya hevgirtina pêkhateyan û êlan ji bo parastina yekitiya Sûriyê teqez kir. Her wiha gotin ew piştgiriya MSD û QSD`ê dikin ku Sûriyê di aliyên siyasî û leşkerî de biparêzin.

(şx)

ANHA