Li Efrînê çeteyan 2 welatî revandin

Çeteyên dagirkeriya Tirk 2 welatî ji kantona Efrînê ya dagirkirî revandin, ew jî bi armanca siyasetên koçberkirina şêniyên mayî ye.

Li Efrînê çeteyan 2 welatî revandin
30 gulan, 2022   13:35
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyê ji navçeya Mabetayê, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Sedellah Omer Mihemed Seydî yê ji Şêxûtka yê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê revand.

Heman çavkanî got çeteyan bi ser male welatî de girt, ew revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Her wiha ji nêzî mehekê ve çeteyên dagirkeriyê welatiyê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî yê ji heman malbatê revand û çarenûsa wî ne diyar e.

Di heman çarçoveyê de, çeteyên çeteyên "Polîsên Sivîl" yên dewleta Tirk a dagirekr 24’ê vê Gulanê welatiya bi navê Helîme Çolo (55) a ji gundê Gewenda yê Racoyê revand.

Çeteyan Helîme Çolo ber bi navenda çeteyên "Polîsên Sivîl" ên li navçeyê ve birin û çarenûsa wê heta niha ne diyar e.

Heman çavkanî got gelek caran Helîme Çolo hate revandin û li beramber dayîna fîdyeyê hate berdan.

Beriya dagirkirina kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de ji hêla dagirkeriya Tirk ve, rêjeya kurdan zêdetirî ji sedî 95 bû, lê niha kêmî ji sedî 25 e.

(fr)

ANHA