hikumeta Şamê bi devkî êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Piştî du rojan ji daxuyaniya Wezareta Îranê ku li dijî hemû kirinên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê ye, hikumeta Şamê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew kirinên dijminane yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dike.

hikumeta Şamê bi devkî êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
30 gulan, 2022   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rêya çavkaniyekî berpirs ê Wezareta Karên Derve û Penaberan a Hikumeta Şamê, hikumeta Şamê kirinên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gund û herêmên bakur rojhilatê Sûriyê red kirin, nexasim li dijî herêmên Til Temir, Zirgan, Hesekê ku di encamê de gelek sivîl bûn qurban û zirarên mezin gihaştin cihên giştî û taybet û bi dehan malbat ji mal û gundên xwe koçber bûn.

Li gorî ajanseke girêdayî hikumeta Şamê heman çavkanî destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk ku herêmeke ewle li Sûriyê ava bike, kiryareke kirêt e û beşek ji siyasetên qirkirina etnîkî û cografî ye ku hikumeta Recep Tayyîp Erdogan li Sûriyê pêk tîne. Her wiha bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ku li gorî mîsaqê NY û qanûna navneteweyî tên redkirin.

Her çiqas hikumeta Şamê bi awayekî devkî dauxyanî têkildarî kirinên dewleta Tirk a dagirker dabin jî lê tu tedbîr li dijî dagirkeriya Tirk negirtine.

 (şx)