‛Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakevin’

Dewleta Tirk a dagirker welatiyan li kantona Şehbayê dike hedef. Ji saetên sibehê ve, du top li devera di navbera Kampa Berxwedan û gundê Wehşiye de ketine.

‛Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakevin’
30 gulan, 2022   13:15
ŞEHBA

Îro saet di 11:00`an de dewleta Tirk a dagirker kantona Şehbayê topbaran kir. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Mari zevî û malên welatiyan ên li devera di navbera Kampa Berxwedan û gundê Wehşiye de kirin hedef.

Di encamê de zirar gihaşt devera navborî ya li rex Kampa Berxwedan ku bi deh hezaran koçberên kantona Efrînê. Her wiha cihê topbaranê li nêzî baregeha Rûsyayê ya li gundê Wehşiye ye.

Girêdayî mijarê koçberê bi navê Miherem Bekir ê ji Şiyê, got: "Piştî êrişa hovane ya dewleta Tirk li ser kantona Efrînê, em koçberî Şehbayê bûn, lê dîsa jî dagirker bi mûşek û çekên giran ji nêzî 5 salan ve me dike hedef."

Bekir wiha domand: “Îro saet di 11:00`an de, 2 top li nêzî mala ku li dimînim ketin. Mala min tenê bi 500 metreyan ji Kampa Berxwedan dûr e. Ev ne cara yekemîn e, lê belê beriya wê jî herêm hat topbarankirin.”

Di dawiyê de Bekir teqez kir ku ew dev ji berxwedanê bernadin û got: “Em ji Şehbayê dernakevin heta Efrînê rizgar nebe.”

Girêdayî heman mijarê koçberê bi navê Henîf Xoca yê ji gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê got: “Îro 2 top li nêzî mala min ketin. Tiştê baş jî ku malbata min li derveyî mal bû. Heke ne wisa bûya, wê komkujiyek pêk bihata.”

Henîf Xoca di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk û çeteyên wê baş dizanin ku em dev ji berxwedan û têkoşîna di nav kampê de bernadin. Efrîn dê rizgar bibe, em wê jê re nahêlin. Em ê li ber xwe bidin û ji malên xwe dernakevin.”

Hêjeyî bibîrixstinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên li tixumên kantona Şehbayê mîna Efrîn, Ezaz û Mari gelek caran kampên koçberên Efrînê topbaran kirine. Di çend rojên dawî de asta vê topbaranê li ser gund û navçeyên kantona Şehba û navçeya Şêrawa zêde kirine di nav de gundên Um El-Qura, Um Hoş, navçeya Til Rifet, gundên Bênê û Aqîbê hene. Di encamê de otobûsek hate rûxandin û zirarên mezin gihaştin malên welatiyan.

(şx)

ANHA