​​​​​​​Panorama hefteyê: Şam bi qanûna sûcên sîber gel ditirsîne, lîbyayî bi fikar in

Rejîma El-Esed di demên dawiyê de qanûneke berfireh têkildarî sûcên sîber destxist, armanc ji vê qanûnê ew e ku bi rêya tirsandina xelkê bi girtin, îşkence û mirinê, rexnegiran bêdeng bikin. Derbarê Lîbyayê de parçebûna siyasî fikran li ser siberoja desthilatdariya li welat a piştî 22'ê Hezîranê çêdike, ku dema bidawîbûna nexşerêya navneteweyî ye.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Şam bi qanûna sûcên sîber gel ditirsîne, lîbyayî bi fikar in
29 gulan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna sûcên sîberî ya hikumta Şamê, rewşa Lîbyayê û hilbijartinên Lubnanê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

EL-ESED BI QANÛNA SÛCÊN SÎBER GEL DITIRSÎNE

Rojnameya El-Ereb têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Piştî çend mehan ji gotegotan, rejîma El-Esed di demên dawiyê de yasayeke berfireh têkildarî sûcên sîber destxist. Ligel ku ev yasa dozên mîna heqareta li ser malperên medya û xapandinê ceza dike, lê cezayên qanûnî û diravî yên herî giran li ser kesên ku serok, destûrê yan jî dewletê rexne dikin, dibire.

Ligel rexneyên tund ên gel ên ji ber nepeydakirina pêdiviyên bingehîn, bihabûn û xizaniyê ku rejîm nikare çareserker bike, diyar dibe ku rejîmê ji ber van sedeman ev qanûn derxistiye. Li aliyekî din peyameke wiha dide sûriyan; rexnekirina hikumeta serok Beşar El-Esed wê bê ceza nemîne.

Li gorî vê, ji vê mehê de û şûnde dê xebatkarên torên enternetê û bikaranerên wê yên li dijî van tedbîrên nû tevbigerin, dê bi cezayê 15 sala girtin û dayîna 15 milyon lîreyên sûrî (5 hezar û 530 dolar) re rû bi rû bimînin.

Ji bo kesên ku li ser enternetê dewletê biçûk dixin, an gefan li yekitiya nîştimanî dixwin, an jî raya giştî bi mijarên neyînî mijûl bike, dê rastî cezayên herî giran bên.

Sûcên di qanûnê de hatine şîrovekirin, ne zelal in û cihê metirsiyê ne. Ev yasa derfetê dide saziyên ewlehiyê her kes bi awayekî neyînî behsa rejîmê yan jî hikumetê yan jî siyaseta wê kiriye, binçav bike.

Li gorî qanûnê, ne tenê kesê nûçeya li dijî rejîmê belav kiriye tê cezakirin, lê belê hemû kesên peyamek nivîsandiye yanjî parve kiriye yan jî li ser malperên tevna civakî û whatsapp û telegram bi bîr xistibe, ceza dikin. Armanc jî ew e ku şênî piştgirî nedin hestên dijber ên li dijî hikumetê yan jî wê parve bikin heta bi awayekî veşartî jî dê were cezakirin.”

Armanc ji yasaya sûcên sîber ew e ku bi rêya tirsandina xelkê bi girtin, îşkence û mirinê, rexnegiran bêdeng bikin. Ya rast, bingehên van metirsiyan hene, di dirêjahiya 10 salên borî de bi deh hezaran sûrî ji ber ku rexne kirine, li ser destê saziyên ewlehiyê yên rejîmê winda bûne.”

‘PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA MUHLETA NEXŞERÊYÊ LÎBYAYÎ JI TEVLIHEVIYA SIYASÎ BI FIKAR IN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Parçebûnên siyasî li Lîbyayê gelek pirsnîşan derxistin pêş û metirsiyên li ser pêşeroja desthilatê li welêt, bi taybet piştî bidawîbûna muhleta nexşerêya navneteweyî.

Gelek siyasetmedarên lîbyayî diyar kir ku li cem şandeya navneteweyî çare heye lê hinek din dibêjin dê tu pêşketin di muhleta mayî de çênebin. Li gorî pêşbiniyên wan dê tevliheviyeke siyasî pêk were, ji ber tunebûna lihevkirineke xwecih û navneteweyî ya ji bo peydakirina çareseriyeke rastîn.”

`LUBNAN HILBIJARTINA SEROKÊ PARLAMENTOYÊ DÊ ROJA SÊŞEMÊ BE`

Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê parlamentoyê Nebîh Berî duh bang kir ku sêşema bê ji bo lidarxistina serokê parlamentoyê, cîgir û desteya nivîsgehê civînek bê lidarxistin.

Hêjeyî gotinê ye ku parlamentoya Lubnanê li ser bangawaziya endamê herî temenmezin û bi serokatiya wî civîna hilbijartina desteya nivîsgeha meclisê li dar dikeve. Divê nivîsgeha desteyê di 15 rojan de bê hilbijartin.

Desteya nivsîgehê ji serok, cîgirê serok, 2 sekreter, 3 danûstandinker pêk tên.

Wekîla sekreterê giştî yê NY û mudîra Alîkariyan a Bernameya Geşepêdanê ya NY Usha Rao-Munari ragihandin ku NY dê pabendî pêşkêşkirina destekê ji hikumeta Lubnanê re be, heta ku geşepêdaneke mayînde û guheritnên pêwîst pêk were.”

ANHA