Artêşa Tirk êrişî gundên Şera dike û zeviyên welatiyan dişewitîne

Gundên Tinib û Şiwarxe yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin. Ji ber topbaranê zeviyên welatiyan tên şewitandin.

Artêşa Tirk êrişî gundên Şera dike û zeviyên welatiyan dişewitîne
29 gulan, 2022   10:28
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Tinib û Şiwarxe yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, heta niha 19 guleyên obîsê li herêmê ketine û ziyan gihaştiye zeviyên welatiyên herêmê.

(cx)

ANHA