ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2022
28 gulan, 2022   23:00

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker û guhertina demografiyaya herêmê daxuyaniyekê li avahiya xwe ya li bajarê Reqayê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeyên Hol, Şedadê, Eşîre û Mergeda yên başûrê kantona Hesekê serjimarî dest pê dik, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi beşdarbûna PDK'ê  li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamevanê misirî Îlhamî El-Milêcî anî ziman ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke hebûnê li ser Sûriyê çêdike û wekî, çavkaniya penceşêrê di laşê sûrî de bi nav kir. El-Milêcî got, pêwîste dewletên erebî li hemberî guhertina demgografiyaya welat bi lez bikeve tevgerê. (BI WÊNE).

- Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku di her du heftiyên borî de artêşa Tirk a dagirekr sewqiyatên mezin ber bi eniyên şer ên navçeya Til Temirê ve şand. Her wiha got ew amade ne bersiva her êrşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, gefên wê li dijî herêmê û bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî re, gereke nû ya civînên Komîteya Destûrî dest pê dike ruxmî ku 7 gerên wê yên berê bi bin ketine. Muxalifekî sûrî diyar kir ku ev komîteya li ser neheqeyekê ava bûye û tu sûdê nade gelê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji Zanîngeha Rojava koma 4’an a xwendekaran derçû. Rêveberiya zanîngehê da xuyakirin ku her sal hejmara xwendekaran zêdetir dibe, pê re asta zanistî ya xwendekar û mamosteyan pêştir diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Cemal Şêx Baqî anî ziman ku PDK`ê berpirsa dagirkirina herêmên Başûr û avakirina baregehên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve ye û got divê hemû partiyên kurdî li dijî şerê qirkirinê yê Tirkiyê li dijî Kurdan dide meşandin, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerekî aboriya siyasî Ehmed Omer, pêşbînî kir ku şerê di navbera welatên Rojava û Rûsyayê de dirêj bike û diyar kir ku her şer dirêj bike dê Rûsya bêhtir ziyan ji cezyan bibîne û got:" Ev ceza dê aloziyê çareser neke." (BI WÊNE).

- Rejîma El-Esed di demên dawiyê de qanûneke berfireh têkildarî sûcên sîber destxist, armanc ji vê qanûnê ew e ku bi rêya tirsandina xelkê bi girtin, îşkence û mirinê, rexnegiran bêdeng bikin. Derbarê Lîbyayê de parçebûna siyasî fikran li ser siberoja desthilatdariya li welat a piştî 22'ê Hezîranê çêdike, ku dema bidawîbûna nexşerêya navneteweyî ye.

CIVAK Û JIYAN

- Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê welatî li ser îltîhaba Sehaya (Meningitis) hişyar kir û got, li gorî tedbîrên xweparastinê bi taybet paqijiya giştî tevbigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA