Sal bi sal hejmara xwendekaran û asta xwendinê li Zanîngeha Rojava çêtir dibe

Ji Zanîngeha Rojava koma 4’an a xwendekaran derçû. Rêveberiya zanîngehê da xuyakirin ku her sal hejmara xwendekaran zêdetir dibe, pê re asta zanistî ya xwendekar û mamosteyan pêştir diçe.

Sal bi sal hejmara xwendekaran û asta xwendinê li Zanîngeha Rojava çêtir dibe
29 gulan, 2022   00:46
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên kêm û nava şoreşê de xwe ava kirine, lê tevî astengiyan jî xwe gihandine astên baş.

Herî dawî îsal ji Zanîngeha Rojava 73 xwendekaran derçûn. Xwendekarên salên 2018-2019 û 2020-2021’an jî 581 bûn.

/kr/uploads/files/2022/05/28/195847_snda.webp

Endama Rêveberiya Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd der barê xwendekar û asta zanîngehê de axivî. Şînda Dawûd da xuyakirin ku sal bi sal hejmara xwendekaran zêdetir dibe, serlêdan ji bo Zanîngeha Rojava bêhtir e û got: “Ev pêşketin cihê şanazî û kêfxweşiyê ye.”

Li ser asta zanistî û pêşketinên Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd diyar kir ku zanîngeh her dem di nava hewldanên zêdekirina zanistê de ye û ji bo xwendekaran giraniyê dide warê pratîkê û got: “Di materyalan de tişta ji xwendekaran re tê dayîn da ku piştî derçûnê bikare di beşa xwe de pisporiyê bike.”

Ji bo asta mamosteyên zanîngehê Şînda Dawûd da zanîn ku di plansaziyên wan de perwerdeya felsefî û akademîk ji bo mamosteyan heye û wiha got: “Di milê pisporî de jî me hemû mamoste dest bi xwendina bilind kiriye, ji ber vê yekê me gelek beşa xwendina bilind li Zanîngeha Rojava vekirine; petrol û petrokîmya, endezyariya çandiniyê, biyoteknolojî, bîrkarî û kîmya. Di demên pêş de dê beşên fîzîk û biyolojiyê bên vekirin.”

SÎSTEMA XWENDINÊ

Di Zanîngeha Rojava de sîstema xwendinê dûrî rêbaza klasîk e, berovajî wê nirxandina xwendekaran esas tê girtin. Nirxandina xwendekar ji encamê ezmûnan tenê nayê girtin, her branşek xwedî nirxandineke cuda ye.

/kr/uploads/files/2022/05/28/195833_slan.webp

Şîlan Mihemed derçûya sala 2022`yan a Zanîngeha Rojava Beşa Dîrokê ye, got: “Di her welatî de dîrokeke heye, lê em wek gelê Kurd ji ber hewldanên qirkirinê yên hêzên desthildar pisporên me yên beşa dîrokê di kêmaniyê de ne, ji ber vê yekê min pêwîstiya xwendina vê beşê dît.”

Di dawiya axaftina xwe de Şîlan Mihemed got: “Moral û hesteke gelekî bilind û xweş min ji zanîngehê girt, lê divê mirov di nava vî hestî de dewam bike û xwe pê re bi pêş bixe, divê bi vî hestî zanista dîrokê jî berfirehtir bibe da ku em bikarin ji her kesî re bidin tekezkirin ku em gelê Kurd xwedî dîrok, nasname, çand in.”

ANHA