Îlham Ehmed: Helwesta me ya li ber qirkirinê divê yek be

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li Silêmanî li ser pêşketin, bûyer û krîzên di serî de li Sûriye û Rojhilata Navîn semînerek da û banga yek helwestiyê ya li ber qirkirina kurdan kir.

Îlham Ehmed: Helwesta me ya li ber qirkirinê divê yek be
21 gulan, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di saet 3‘yê piştî nîvro li Qada Xak a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li ser mijarên weke krîzên li Sûriye, Iraq, Rojhilatê Navîn û cîhanê, êrişên li ser Kurd û Kurdistanê semînerek da. Bi dehan kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî semînerê bûn.

 ‘SEDEMA KRÎZAN SÎSTEMA HEYÎ YE‘

Li vir Seroka Desteya Rêveber MSD'ê Îlham Ehmed anî ziman ku pêşketinên giring û kirîzên mezin hene û got: “Sedemên van krîzan sîstema heyî ya hêzên serwer in derdikeve. Şerê Ûkraynayê bandor li hemû cihanê kir, her kes jê zirarê dibîne. Di warên çandî, aborî û civakî de zirar jê çêdibe. Dewlet nemaye û rewabûna wê nemaye. Li navneteweyî dewlet in, lê mekanîzmaya dewletê têk çûye, parçe bûye. Welatên ditirsin şerê xwe li derve dikin, dewleta Tirkiyeyê vê li Sûriyeyê, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, bi hinceta ewlekariyê şer dike. Êrişên xwe li derve dide kirin, Îran jî vê dike.”

Îlham Ehmed diyar kir ku krîz li her dera cîhanê kûr bûye û wiha pê de çû: “Krîza xwarin, gaz û petrole heye. Sûriye bûye 3 parçe, rejîma Baas, Rêveberiya  Xweser, çeteyên Tirkiye û pariyên muxalîf xwe nîşan didin hene. Ji tu civînan encam nehatin girtin.’’

 ‘JI BO XWE LI SER LINGA BIGRE ÊRIŞ DIKE‘

Îlham Ehmed bal kişand ser krîza li Rojava û ev nirxandin kir û wiha dom kir: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava krîz û êrişan de xwe ava kir. Tirkiye îro jî êrîşan dike, bi israr dixwaze bi navê terorê vê herêmê dagir bike. Tirkiye bi peymana Mîsaqî Milî dixwaze herêmê dagir bike. Rewşa Erdogan û partiya wî li ber çavan e, wê hilbijartinê winda bikin. Lewma êrîş dikin.’’

 ‘DIVÊ HELWESTA ME YEK BE‘

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed bal kişand ser helwestên aliyên kurdan û ev nirxandin kir: “Helwesta me ya li ber qirkirên divê yek be. Gelek alî li ser berjewendiyan kar dike, êriş li ser kurdan tevan e.  Kurdê baş, xirab nîn e, Kurd hemû ji xwe re kirine armanc. Divê sîwaneke Kurdan hebe, li dijî qirkirinê. Divê sîwaneke leşkerî û siyasî hebe. Divê li ser vê bê rawestin, tiştekî nebenabe ye.

Rewşa Efrînê pir giran e, revandin, kuştin girtin, darbirîn, talan heye. Rewşeke cidî heye. Eleqeya aliyê Kurd baş bi derve re heye, eger her alî behsa Efrînê bike, wê ev rewş biguhrere. Em dixwazin statû çêbibe. Rewşa aborî ne baş e, li Rojava tim şer e. Sûriyeyeke demokratîk bi gelên Sûriyeyê re pêkan e. Têkilî hene, civîn hene.”

 ‘BI ÊRIŞAN DIXWAZE BAŞÛR VALE BIKE‘

Seroka Desteya Rêveber MSD Îlham Ehmed, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî axivî û bi van gotinan dawî kir: “Bi êrişên dawîn dixwaze Başûr vala bike, kirina hinceta ya PKK’ê belasebeb e. Em li dîrokê binihêrin kurdan qir kiriye, çima êrişê PKK’ê dike, PKK biqede wê Hewlêr û Silêmanî ji holê rake. Mijar Kurd û Kurdistan e. Helwest divê zelal be. Mafê gelê Başûr û Iraqê heye ku heta dawiyê li qada navneteweyî dawaza mafê xwe bike û helwesta xwe nîşan bide.”